Malbatekê li Seyhanê îşkence li zarokê xwe kir

  • 13:48 1 Tebax 2020
  • Rojane
EDENE - Li navçeya Seyhan a Edeneyê dayik û bavê ji Sûriyeyî dest  û piyê zarokê xwe yê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin. Piştî bûyerê polîsan dayik û bav binçav kirin. 
 
Li Taxa Kavakli ya Navçeya Seyhan a Edeneyê dayik û bavê ji Sûriyeyî, dest  û piyê zarokê xwe yê 5 salî girê dan û bi tundiyê li malê hepis kirin. Dayik û bavên ku destê zarok girêdan û çûn bahrê, li ser qêrîna zarok cîran bi hawarê çûn. Cîranê Sûriyeyî ku bi hawara zarok çû, dît ku dest û piyê wî giredayî ye û agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê dayik û bav binçav kirin.