Ji TGS'yê banga Peymana Stenbolê

  • 13:46 1 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona LGBTİ+ û Jinan a TGS'ê bal kişandin ser Peymana Stenbolê û gotin “ Em li gotina #JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin. Em dest ji vê peymanê bernadin." 
 
Komîsyona LGBTİ+ û Jinan a TGS'ê têkildarî Peymana Stenbolê daxuyanî dan. Komîsyonê gotin “ Em li gotina #JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin. Em dest ji vê peymanê bernadin." 
 
Komîsyonê anî ziman ku yê fermana tundiyê dide îqtîdar e. Ji sala 2008’an heta niha bi hezaran xwişkên me yên ji aliyê mêr ve hatin kuştin hene. Di pêvajoya ku pêdivî ji wezareta jinê hebû, wezareta jinê girtin û li şûna wê wezareta malbatê vekirin. Jin bêtir wekî dayik û hevjîn tarîf kirin û di malê de hepis kirin. Heta ku tundî bi dawî bibe û Peymana Stenbolê têkeve meriyetê têkoşîna me ya jinan de bidome. Em wekî jinên rojnameger û rêxistinên jinan di 5'ê tebaxê de em ê li çar aliyê welat çalakiyên jinan li dar bixin. Em banga '#JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin' dikin.