Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 599'an de ye

  • 13:13 1 Tebax 2020
  • Rojane
AMED -  Xizmên Windayan, di hefteya 599'an de dîsa xwestin kujer bên darizandin. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 599’emîn de, li ser înternetê bi parvekirina videoyê li dar xistin. Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftryê de, li aqûbeta Sabah Orûç (17) ê di 13’yê Sibata 1996’an de ji malbata xwe ya li navçeya Bîsmîl a Amedê derket û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, di vîdeoyê de axivî û wiha got: “Sabah Orûç di sala 1979’an li gundê Yukarîkonak a navçeya Şemrex Mêrdînê hatiye dinê. Sabah dibistana seretayî qedandi bû. Li navçeya Bîsmîl a Mêrdînê dijiya û karê masîvaniyê dikir. Sabah  di 13’yê Sibata 1996’an ji malê derdikeve û carek din agahî jê nayê girtin.  Malbat li ser vê yekê dest bi lêgerîna wî dike. Malbata ku Sabah  nabîne ser li Miduriyeta Polîsan, Qereqola Leşkerî û Serdozgeriya Komarê navçeyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji aqûbeta Sabah  nayê girtin. 
Bal kişandin ser qereqolê
 
Bal kişandin ser qereqolêMesaj yazın
 
Derya, da zanîn ku piştî windabûna  Sabah mehekê, hinek şahidan agahiya ku Sabah Orûç li Qereqola Tabûrê ya Bîsmîlê tê girtin dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbatê li ser agajiyên şahidan car din, serî li saziyên fermî dan. Lê rayedarên fermî gotin ku kesek wiha ne di bin çavan de ye. Bi vî awayî carek din agahî ji Sabah Orûç ê 17 salî nehat girtin.”