'Buhayên li bazaran zehmetiyan ava dike '

  • 10:25 1 Tebax 2020
  • Rojane
Hesna Mihmed 
 
ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin derbarê bûhabûnê de wiha gotin: "Ji ber zagona Qeyser tişt gelek buha bûne ji bo wê mirov nikare li gor kêyfxweşiya xwe tiştan ji zarokên xwe re bikire." 
 
Bi pêkanîna zagona Qeyser a li Sûriyeyê buhayên li bazaran bilind bû û zehmetiyên mezin ji bo gel da ava kir. Bi cejinê re jî gel daketin bazaran da ku mîna her salî kevneşopiyên xwe bijîn, lê ew buhabûn gel ji  pîroz kirina cejnê mehrûm kir. Girêdayî mijarê jinên herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dijîn ji Ajansa me re axivîn û buhayên li bazaran anîn ziman.
 
'Buhayên li bazaran lêvên zarokan ji kêyfxweşiya cejnê mehrûm kir'
 
Jina bi navê Narîn Çewîş a ji herêma Efrînê anî ziman ku buhayê li sukan vekirina deriyê cejnê zehmet kir û wiha got: "Piştî koçberbûna me ji Efrînê û bicihbûna me li Kantona Şehbayê me cejna ku rûyê me keyfxweş bike tam nekiriye. Tevî koçberbûna me bi hatina cejnê re buhayên li bazaran zehmetiyan ava dike. Êdî em nikarin bi alavên kêm jî zarokên xwe bidin kêyfxweş bikin. Cejna ku me li Efrînê di nav cîran û hevalên xwe de pîroz dikir li Efrînê ma. Her wiha tevî koçberbûna me û pêkanîna zagona Qeyser li ser Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe alîkariya gelê xwe dike. Buhayên li bazaran lêvên zarokan ji kêyfxweşiya cejnê mehrûm kir."
 
'Buhayên çêbûne li ber hatina cejnê bû asteng'
 
Jina bi navê Mizgîn Hesen jî balkişand ser buhabûna bazaran û wiha pê de çû: "Piştî derketina me ji Efrînê, me li Şehbayê dukanek vekir, lê piştî bilindbûna dolarê û pêkanîna zagona Qeyser li ser Sûriyeyê, Kantona Şehbayê jî gelek bandor kir. Niha cejin li ber derî ye, lê tişt gelek buha bûne ji bo wê mirov nikare li gor kêyfxweşiya xwe tiştan ji zarokên xwe re bikire. Niha qeyrana aborî bandoreke neyînî hem li bazaran hem jî li mal li gel dike." 
 
'Kêfxweşiya cejnê wê ji bo me rizgarkirina Efrînê be'
 
Emîne Muhemed jî bi lêv kir ku kêyfxweşiya cejnê ji bo wan rizgarkirina  Efrînê ye û wiha got: "Her sal li Efrînê me bi cîran û hevalên xwe re bi kêyfxweşiyek mezin cejin pîroz dikir. Niha ji ber zagona Qeyser gelek tişt buha bûne, ji bo wê bi xwezayî cejin jî bi kêyfxweşiyek xweş nayê pîrozkirin. Kêfxweşiya cejnê wê ji bo me rizgarkirina Efrînê be. Car din em vê cejnê li Gelê Kurd û gelê Efrînê pîroz dikin."