'Em hêvî dikin Cejna Qurbanê her sal bi xêr û xweşî bê pîrozkirin'

  • 10:22 1 Tebax 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisen - Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê têkildarî Cejna Qurbanê de anîn ziman ku ew dixwazin êdî aramî, aştî û azadiyê bibînin û wiha gotin:"Em hêvî dikin Cejna Qurbanê her sal bi xêr û xweşî bê pîrozkirin."
 
Jinên Şengalê têkildarî  Cejna Qurbanê de nêrînên xwe parve kirin. Jinan diyar kirin ku beriya fermanê cejnên wan hîn xweş derbas dibûn.
 
'Beriya fermanê cejnên me hîn xweştir derbas dibûn'
 
Wetha Mirad hestên xwe yên têkildarî Cejna Qurbanê wiha anî ziman:" Îro cejna me ye em vê cejnê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em li yên li Ewropayê jî pîroz dikin. Em di vê cejnê da pez serjê dikin. Em civaka Êzidî li gor adetên xwe cejnê xwe pîroz dikin. Çiqas dijminê me bixwaze çanda me ola me tune bike em dîsa li adetên xwe xwedî derdikevin. Hêvî dikim ku ev cejin her sal bi xêr û xweşî bê pîrozkirin. Lê beriya fermanê cejnên me hîn xweştir derbas dibûn.”
 
Tewrê Nayif jî wiha got: “ Ez ev Cejna Qurbanê li hemû gelê me pîroz dikim. Di vê cejnê de em diçin ser goristanan. Xêra miriyên xwe belav dikin. Taybet di vê cejnê de em nanê sêlê çêdikin. Em di van cejnan de xemgîn in jî ji ber ku salvegera fermanê nêz dibe, em ji fermaneke mezin derbas bûn. Lê îro em dîsa li ser axa xwe ne û em cejna xwe pîroz dikin. Daxwaz û hêviyam in ji gelê me heye ku ji qampan vegerin ser axa xwe li ser axa xwe bijîn. Bila kêfa dijmin nê. Em her li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin. Her wiha ez şehîdên fermanê bi bîr tînim sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim.”