Jin paçên zer yê destên xwe datînin!

  • 09:12 1 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE- Kîmyager Cemîle Turkmen, Platforma Jinên Paçên Zer ava kir û bi vexwendînameyên semînera şano û perwerdehiyê pirtûk diyar kir û got armanca avakirina platformê fikra ‘ji bilî xemgîniyê dikarim çi bikim’ me.
 
Cemîlet Turkmen di 8’ê Adara 2019’an de li ser çapemeniya civakî ‘Platforma Jinên Paçên Zer’ ava kir û diyar kir ku di jiyana mirovan de cihê perwerdehiyê gelek girîng e û di salekê de 12 hezar pirtûk, ji 2 hezarî zêdetir vexwendîname û ji 300’î zêdetir vexwendînameyên semînera perwerdeyê gihand jinan. Cemîleyê daxuyakirin ku bi şîara ‘her jina bi paçê zer xwedî mafê wekhev e’ derketine rê û got nokteya hevpar a hemû jinên xwendayî, nexwendayî, dixebite an naxebite, paçên zer in.
 
‘Li dijî şîdetê çeka herî mezin, jinên xwedî hişmendin’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku jin li dijî şîdetê bi hişmendîbûnê dikarin bisekinin û bal kişand ser piştevaniyê û got: “Di cîhana global de gelek şîdet û kuştin pêk tên. Ji bilî em ji bo van xemgîn bibin divê em xwe perwerde bikin û li gorî min perwerde gelek girîng e. Li gorî min xweperwedekirin wê pêşî li gelek tiştî bigire. Dema em paçên xwe yên zer bidin aliyekî û pirtûkê bigirin dest xwe, biçin şanoyê wê ev çeka me ya herî mezin be. Li dijî şîdetê xwedî hişmendîbûnê gelek girîng e.
 
‘Jin naxwazin tenê paqijiyê bikin’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku jin dixwazin biçin şanoyê, pirtûkan bixwînin lê tu derfet nabînin û daxuyakirin ku wê bi vê projeyê hewl daye ku vê vebêje û got: “Her ku jina ku di destên wan de paçên zer hene bêguman naxwazin tenê paqijiyê bikin. Gelek kes dibe ku derfetên wan tune be, hebe jî lîsteya pirtûkên hewce pê dibîne dihêle herî dawî. Divê ji bo wan derfet bihata dayîn. Jinên bi paçên sipî jî bi vê armancê dest pê kir. Piştgiriya ji bo me tu car neqedya. Heval û malbata min dipirsin dibêjin ‘tu nawestî’. Ez dibêjim na. Yên piştgiriyê didin min jî pêngavek din nêzî armanca xwe dibin. Projeyên me wê bidomin.”