Di dîrokê de hebûn û qirkirina Kurdên Êzidî (1)

  • 09:06 1 Tebax 2020
  • Rojane
 
Ji 1029'an heta 2020'an Kurdên Êzidî li ber xwe didin
 
Berçem Cûdî
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - 6 sal li ser fermana Kurdên Êzîdî ya 73'yan re borî. Tevî hemû êş, birîn û kiryarên ku hebûna Êzîdiyan hedef digire, Kurdên Êzidî yên li Şengalê bi vîneke mezin hebûn, nasname û çanda  xwe diparêzin.
 
Kurdên Êzîdî bi sedsalane rastî zor û zordariyê hatine, di gelek fermanan re derbas bûne, bajar û gundên wan talan û wêran bûn. Pirtûk û nîşaneyên wan yên olî ji wan sitandin. Bi gotina Êzîdiyan ya navdar "Nikaribûn du bavên xwe li heman cihî bispêrin axê". 
 
Nasname û dîroka Kurdên Êzidî 
 
Dîroka Êzîdiyan vedigere zêdetirî 6  hezar sal berê. Baweriya Êzîdiyan yek ji kevintirîn olên mirovahiyê yê yek xwedayî ye ku dîroka wê vedigere 2 hezar sal beriya çêbûna pêxember Îsa. Li cem Êzîdiyan  av, ax, agir û ba  pîroz in. Baweriya Êzîdiyan  bi Melekê Tawis tê, li gor baweriya Êzîdiyan  ku Tawusê Melek firîşteya yekemîn e ku xwedê di roja yekşemê de afirandiye û erka bi rêvebirina gerdûnê dayê. Êzîdî di roja me îro de bi hejmara 700 hezar li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wiha li Rûsiya, Ermenîstan, Jorjiye û Elmaniyeyê dijîn. Lê hejmara herî mezin li Başûrê Kurdistanê ye ku li herêmên Şêxan, Başîqa, Behzanî, Şengal, navçeyên Zaxo, Dihok û Musil yên Başûrê Kurdistanê, axa wan ya bingehîn û eslî ye. Lê ji her derê zêdetir Êzidiyên Şengalê nasnameya xwe ya resen parastine. 
 
Peyva Êzidî ji peyva Ezda tê ku Êzîdî vî navî yek ji navên xwedî dibînin. Di vê derbarê de Êzîdî wiha dibêjin: " Êzîdî navek ji navên xwedê ye sultan Êzidî bi xwe parçe hezar û yek nav li xwe kiriye, navê mezin her xweda ye." Di gelek zimanan de Êzidî weke Yêzdî tên binavkirin, ji ber ku gelek kes difikirin ku Êzîdî komeke girêdayî Yezîd bûn Muawiye xelîfê duyemîn yê malbata Ûmewî ye ku nîşaneya "xirabî û sere" di ola Îslamê de. Her wiha Êzîdiyan  weke "Şeytanperest" û "rojperestan" jî bi nav dikin, loma yek ji sedemên hedefgirtina Êzîdiyan  ji aliyê Îslamiyan ve ye.  
 
Çand û baweriya Êzidiyan  
 
Kurdên Êzidî bi bawerî, çand û orfên xwe weke goşt û neynukê bi hev de girêdayî ne, loma di dema fermanan de kuştin li ser guhertina ola xwe re hildibijartin. Ji ber ku ola Êzidîyan  yek ji olên herî kevnar û destpêkê yên mirovahiyê ye. Di zagonên ola Êzidiyan  de, tu kes nikare bibe Êzîdî ji ber ku divê ji dayîk û bavên Êzîdî be. Her wiha ji ber ku divê ku xwîn û damara Êzîdiyan neyê guhertin û ya eslî bimîne, ew nikarin bi tu kesî re ji bilî ola xwe bizewicin. 
 
Cihê wan yê herî pîroz Laleşa Nûranî ye ku weke ziyaret ango heca wan tê binavkirin. Êzidî dibêjin dema ku xwedê gerdûn afirand, şaxa yekemîn di Laleşa Nûranî de dest pê kir. Her wiha gora Şêx Adî  jî li Laleşê ye ku wî ji bo başî, rindî, rastkirina riya Êzidiyan  û di xizmeta xwedê de jiyana xwe feda kir. Cihên wan yên pîroz weke mezara Şêx Bekir, Şêx Hesen û hwd. jî hene. Pirtûkên wan yên pîroz Meshefa Roj û Zenda Avesta ne ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Her wiha destûra xwendin û şirovekirina pirtukên pîroz tenê ji bo ruhberan heye.
Çand, rojên pîroz, bîr û baweriyên Kurdên Êzîdî gelek in. Cejin û rojên taybet tên pîrozkirin, zekat û hec tên kirin û rojî jî tê girtin. Di rojên girîng de, deverên pîroz tên serdankirin. Jin û mêr bi hev re îbadetê dikin, navê xwedê di her gavê de bi lêv dikin. Cejinên wan yê sereke jî Çarçema sor, cejna Xidir Ilyas, cejina Êzî, cejina Çelî Havînê, cejina Çelî Sivistanê û cejina Cimahî ne. Her wiha Êzdî bawer dikin ku xwedê dikare mirovan bibe li ser riya rast bê hebûna pêxemberan. Tevî vê yekê jî ew li hember pêxemberên hemû olan bi rêz in. Êzidî rojê sê caran berê xwe didin rojê û ji bo melekê tawûs dua dikin. Ji ber ku tawûsê melek bi ronahî ye, hemû tiştên bi ronahî pîroz in. Bi taybet mezintirîn ronahiya di gerdûnê de, roj e.  Êzidî baweriya xwe bi roja qiyametê nakin, ji ber ku li gor Êzdiyatiyê piştî mirina mirovan, ruh derbasî laşekî din dibe û hebûna xwe didomîne.
 
Li gor baweriya Kurdên Êzidî ku xweda tenê afrînerê cîhanê ye û karê xwe ji bi rêvebirina gerdûnê tune ye ji ber ku firîşte bi vî karî radibin, bi taybet jî serokê firîşteyan melekê Tawûs ku ji aliyê firîşteyên din de cihê melekê tawus taybet e. Çîroka Tawûsê Melek li gor mîtolojiya Êzîdiyan  wiha ye ku xwedê 7 firîşteyan diafirîne û ji wan re dibêje hûn ê ji tu kesî ji bilî min re secde nekin. Paşê xwedê firîşteyeke din jî diafirîne û ji yên din re dibêje werin jê re secde bikin da ku ruh pê were. 6 firîşte dikin û firîşteya bi navê Ezazîl nake. Xwedê jê dipirse û dibêje tu çima secde nakî?, ew dibêje xwedayê min me ne te ji me re gotin hûn ji tu kesî ji bilî min re secde nekin. Wiha jî xwedê Ezazîl xelat dike, navê wî dike Melekê Tawûs û weke serokê firîşteyan dipejirîne.   
 
74 ferman (komkujiyên komî)
 
Di salên 1029, 1056, 1085, 1119, 1133, 1158, 1215, 1225, 1242, 1254, 1259, 1261, 1286, 1289, 1368, 1414, 1500, 1504-1509, 1506-1516, 1507, 1507, 1508, 1516, 1516, 1534, 1570, 1585, 1607, 1607,1626, 1630, 1631, 1651, 1655, 1674, 1715, 1718, 1723, 1733, 1742, 1743, 1752, 1766, 1767, 1770, 1779, 1786, 1790, 1790, 1791, 1793, 1793, 1794, 1800, 1802, 1802, 1803, 1805, 1808, 1817, 1819, 1825, 1827, 1828, 1831, 1832, 1832,  1844, 1893, 1910,1914, 1925, 1935, 2007 û fermana herî dawî ya 73'yan di 2014'an de pêk hat. Gelek ferman nehatine nivîsandin, ji ber wê tu kes nizane dîrok û cihê wê li ku derê ne. Di her komkujiyekê de bi hezaran Êzidî bi riya şewitandin, serjêkirin, darvekirin û işkenceyê dihatin qetilkirin. Her wiha gund, bajar, perestgeh û şûnwarên Êzidî  hatin talankirin, şewitandin û wêrankirin.
 
Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi êrîşeke hov êrîşî Şengalê kirin. Kurdên Êzidî vê komkujiyê weke mezintirîn fermana di sedsala 21'an de bi nav dikin. Dora 1280 Êzîdî hatin qetilkirin, 2300 zarok sêwî man, 70 ziyaret hilweşiyan, 6 hezar û 400 Êzîdî ku piraniya wan jinin hatin revandin. Jinên Êzîdî di bazarên Sûriya û Iraqî de hatin firotin. Bi hezaran malbat perîşan bûn ku gelek koçberî Ewropayê bûn. Heta niha 3 hezar û 400 kes hatin rizgarkirin û yên mayî jî hîna çarenûsa wan ne diyar e. 
 
Şengal bi vîna keç û xortên xwe xwedî hebûn in
 
Şengaliyan piştî fermana 73'yan soza tolhildana ji çeteyan û parastina Şengalê dan. Loma di 2015'an de jinên Şengalê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin, xortên Şengalê jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Bi armanca tolhildana ji çeteyên DAIŞ'ê YJŞ û YBŞ beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê Minbic û Reqayê bûn. Di dema rizgarbûna paytexta Çeteyan Reqa, jin û xortên Şengalê serkeftina li dijî DAIŞ'ê diyarî gelê Şengalê kirin û soza domandina parastina gelê xwe nû kirin. Li rex avakirina hêzên leşkerî sazî û dezgehên civakî jî hatin avakirin ku Kurdên Êzîdî jiyanana xwe careke din komî ser hev kirin û bi vîneke mezin Şengal li ser lingan girtin. 
 
Sibehê: Tirkiye dixwaze planên komên girêdayî xwe bidomîne.