Jinên Qamişloyê: Li paqjiyê baldar bin û tevgera zêde kêm bikin

  • 09:04 1 Tebax 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Li dijî belavbûna Vîrusa Koronayê, jinên Qamişloyê ruxmî buhabûna rûpoş û lepikan tedbîrên xwe digirin. 
 
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de teqez kiribû ku heya niha 8 kes li herêmên Rêveberiya Xweser bi Vîrûsa Koronayê ketine, zêdetirî 88 kes jî bi gumana Vîrusa Koronayê di bin çavdêriyê de ne. Têkildarî vê mijarê jî jinên bajarê Qamişloyê, derbarê tedbîrên ku ji bo parastina xwe û malbata xwe ya ji Vîrusa Koronayê digirin axivîn. 
 
'Zarokên xwe nebin parkan' 
 
Wedha Hisên ku ji taxa Kornêş e tedbîrên ku girtine û daxwazên xwe wiha bi lêv kir: "Xemsariya Rêjîma Sûrî û kesên nexweş ku bi balafiran diçûn Şamê û dihatin û nediketin karantînayê, îro bû sedema belavbûna vîrûsê ya li herêmên me. Dema ku em dikevin otobûsên mezin û cihê qerebalix em rûpoşan bi kar tînin. Pêwîst e gel zêde ji malê xwe dernekevin û zarokên xwe nebin parkan, xwe û civaka xwe biparêzin."
 
'Ger qedexeya derve were ragihandin, pêwîst e rihê komînal geştir bibe'
 
Emîne Emîn jî da xuyakirin ku eger qedexeya derketinê çêbibe pêwîst e gel bi hev re alîkar bin û wiha domand: "Eger qedexeya derketinê were ragihandin, pêwîst e gelê me bi hev re alîkar bin. Yên dewlemend xwedî li kes û malbatê xizan derkevin. Dem dema parastinê û piştevaniyê ye. Vîrûsa Koronayê dikare qetîlamê pêk bîne. Divê em rê li ber bigirin pêwîst e her kes li paqijiya kesayetî baldar be."
 
'Bê lepik û rûpoş negerin' 
 
Şadiya Omer a ku bi tedbîr hatiye bazara yekşemê got ku pêwîst e rûpoş û lepik di destên her kesê/î de bin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Da ku ez pêwîstiyên malê bikirim, hatim bazarê. Ji ber Vîrûsa Koronayê me tevgera xwe kêm kiriye. Ez bê lepik û rûpoş jî nagerim. Ji bo siberojeke bi tendurist xwe, zarok û civaka xwe biparêzin. Eger tiştekî lezgîn nebe pêwîst e kesek danekeve bazarê."