Sozda Ehmed: Dengê Jiyanê dengvedana dengê we ye

  • 09:03 1 Tebax 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Bi boneya duyemîn salvegera Radyoya Dengê Jiyanê, ji Rêveberiya Radyoyê Sozda Ehmed li tevahî guhdarvanan pîroz kir û got: "Em ê şopdarê xeta şehîd Dilîşan bin û xwedî li mîrasa têkoşeran derbikevin."
 
Di çarçoveya xebatên pêşxistina çapemenî û ragihandina azad li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê  Radyoya Dengê Jiyanê (Sewt El-Heyat) di 15’ê Tîrmeha 2018'an de dest bi weşana xwe ya testê kir. Paşê di 1'ê Tebaxa 2018’an de dest bi weşana xwe ya fermî kir. Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Dengê Jiyanê Sozda Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Dengê Jiyanê dengê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye'
 
Sozda teqez kir ku Dengê Jiyanê bi zimanê erebî weşana xwe dike û wiha got: "Di riya Radyoya Dengê Jiyanê de em hewl didin ku rêgezên netewa demokratîk û jiyana hevbeş belav bikin û em hewil didin ku em bibin dengê hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê wan ji raya giştî re raghînin. Damezrandina Dengê Jiyanê di merheleyek pir hesas de hate kirin, bi taybet merheleya ku herêmên ereban weke Dêra Zor, Reqqa, Tebqa û Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê ve ji aliyê şervanên QSD’ê ve dihatin rizgarkirin, ev herêm divê ku dengê wê derbikeve. Her wiha bi hacet bû ku nêrînek xwe ji raya giştî re li ser aloziya Sûriyeyê û têkoşîna ku li beramberî çeteyan hate meşandin were ragihandin. Armanca sereke ji damezrandina radyoya Dengê Jiyanê ew e ku bibe dengê pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de civakê li ser rêgezên netewa Demokratîk û jiyana hevbeş perwerde bikin." 
 
‘Em ê weşana xwe bi nûçeyên jinê bixemilînin'
 
Sozda balkişand ser xebatkarên radyoyê ku ji 15 kesan pêk tê û wiha dewam kir: "Nûçegîhanên me li seranserê bajarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Rojane  sê toreyên nûçeyên berfireh diweşîne, raporên taybet ji aliyên nûçeghanan tê amadekirin û weşandin. Bernameyên cur bi cur di weşana radyoyê tên pêşkêşkirin. Di wan bernameyan de  bernameyên jin, siyasî, çandî, civakî, xizmetguzarî, aborî, folklorî û şehîdan e. Derbasbûna me ji weşana nû re em amadekariya servîsek jin dikin, dê bi pêşkêşkirina nûçeyên jin ên fireh weşanê bixemilînin."
 
'Em ê şopdarê rêka heqîqetê bin'
 
Sozda hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha bi dawî kir: "Em sersaxiyê ji malbatên tevahî şehîdan dixwazin. Em ê şopdarê rêka heqîqetê bin, mîrasê ku Denîz, Nûjiyan û Dilîşan ji bo me hiştin em ê xwedî lê derbikevin û kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin."