Kesên dengê jinên kurd nebihîzin wê nebin dengê jinan

  • 09:02 1 Tebax 2020
  •  
Munevver Karademîr
 
Li Tirkiyeyê bi salan e daxwaza demokrasiye tê kirin. Lê ji ber ku di nava demokrasiya tê xwestin de cih ji kurdan re nayê dayîn ev demokrasî nayê rûniştandin. Çawa ku ev demokrasi bêyî kurdan nayê rûniştandin wekheviya zayendî jî heta ku parêstvanên mafên jinan dengê jinên kurd nebihîzin wê neyê rûniştandin. 
 
Wê rojê min li kanaleke TV yê ya Tirk temaşe dikir û mijar “parastina mafên jinan bû”. Bala min kişand û min ji serî heta binî li herdu jinên ku doza mafên jinan û wekheviya zayendî çima li Tirkiyeyê nayê rûniştandin dikirin temaşe kir.  https://www.youtube.com/watch?v=I3wRS9plTKk Ji wan jinan yek jê rojnameger û yek jî siyasetmedar bû.  
 
Bahsa Pinar Gultekîn a ku bi awayê hovane ji aliye mêrê bi navê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin û jinên din ku dîsa ji aliye mêran ve hatibûn qetilkirin û yên bi destdirêjî û tecawizê re rûbirû man dikirin. Hêrsa xwe nîşan didan. Lê belê ji bo jinên li bajarên kurdan ji bo îdeolojî û kurdewariya xwe tên qetilkirin heman hesasiyet nayê nîşandan. 
 
Ez dixwazim bêm ser mijara esasî ya parastina mafên jinan û li Tirkiyeyê rewşa parêstvanên mafên jinan û aktîvîstên jin. Ev parêstvanên mafên jinan û aktivîsên jin dema mijar dibe jinên kurd ên ji ber kurdbûna xwe bi êrîşan re rûbirû dimînin dengê xwe nakin. Tişta mirov xemgîn dike sekna van aktîvîst û parêstvanên jin ên li Tirkiyeyê ye. 
 
Di 21’ê Tîrmehê de li dijî qetilkirina Pinar Gultekîn Aktîvîstên jin û parêstvanên mafên jinan ji bo wê daketibûn kolanan û kuştina wê şermezar dikirin. Bertekek di cih de û divê bihata kirin bû. Lê bi êrîşa polîsan re rûbirû mabûn û ev tişta ku divê neyê qebûlkirin bû. Lê mixabin dema li Rojavayê Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û li bajarên kurdan jin tên qetilkirin heman bertek nayên nîşandan. Gelek jinên kurd ên tên qetilkirin nayên dîtin. 
 
Ger ku mirov parêstvanên mafên jinan be divê mirov bibe dengê hemû jinan. Jinek li ku bi tundiyê re rûbirû hatibe divê mirov bibe dengê wê. Ji ber wê dibêjim çawa bêyî dîtina kurdan demokrasi li Tirkiyeyê nayê rûniştandin wê wekheviya zayendî jî bêyî jinên kurd pêk neyê. Kesên nebin dengê jinên kurd wê nebin dengê jinan.