ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 1 Tebax 2020
  • Rojev
*Li Tirkiyeyê bi salan e daxwaza demokrasiye tê kirin. Lê ji ber ku di nava demokrasiya tê xwestin de cih ji kurdan re nayê dayîn ev demokrasî nayê rûniştandin. Çawa ku ev demokrasi bêyî kurdan nayê rûniştandin wekheviya zayendî jî heta ku parêstvanên mafên jinan dengê jinên kurd nebihîzin wê neyê rûniştandin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Bi boneya duyemîn salvegera Radyoya Dengê Jiyanê, ji Rêveberiya Radyoyê Sozda Ehmed li tevahî guhdarvanan pîroz kir û got: "Em ê şopdarê xeta şehîd Dilîşan bin û xwedî li mîrasa têkoşeran derbikevin." DÎMEN HEYE
 
*Li dijî belavbûna Vîrusa Koronayê, jinên Qamişloyê ruxmî buhabûna rûpoş û lepikan tedbîrên xwe digirin.  DÎMEN HEYE
 
* 6 sal li ser fermana Kurdên Êzîdî ya 73'yan re borî. Tevî hemû êş, birîn û kiryarên ku hebûna Êzîdiyan hedef digire, Kurdên Êzidî yên li Şengalê bi vîneke mezin hebûn, nasname û çanda  xwe diparêzin.
 
* Heybet Akkuş ya ku şopa îşkence, koçberî, xizanî û zextan nîşan dide çîroka xwe ya bi koçberiyê dest pê kiriye parve kir û got: “Piştî îşkenceyê ez bi rastiya Kurdbûna xwe hatim rû hev.” DÎMEN HEYE
 
* Kîmyager Cemîle Turkmen, Platforma Jinên Paçên Zer ava kir û bi vexwendînameyên semînera şano û perwerdehiyê pirtûk diyar kir û got armanca avakirina platformê fikra ‘ji bilî xemgîniyê dikarim çi bikim’ me.
 
* Li navçeya Giyadîn a Agiriyê germavên ku çavkaniya şifayê ya gelek nexweşiyan e rastî eleqeyek mezin tên. Germav bi çemê Murat yê navberê re derbas dibe dîmenekî xweş pêşkêş dike. DÎMEN HEYE
 
* Gerda Taro ya şahidiya şerê navxweyî ya Spanyayê kir û hovîtiya hat jiyîn bi wêneyên xwe kir belge, 110 salî ye. Gerda ku wêneyên wê di rûpelên dîrokê de cih girtin, yekem windaya jin a dîroka wêneyan e ku 1’ê Tebaxê de hatibû dinê.