Ji Hevserokên HDP'ê yên giştî peyama Cejna Qurbanê

  • 11:40 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ên ku peyama Cejna Qurbanê parve kirin wiha gotin:"Ji ber pandemiyê divê her kes di Cejna Qurbanê de tedbîrên xwe bigirin."
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî Cejna Qurbanê de bi videoyê peyama Cejna Qurbanê ragihandin. Pervînê û Mîthat ji ber pandemiyê xwestin ku her kes di cejnê de tedbîrên xwe bigirin û tenduristiya xwe nekin talûkeyê. 
 
Peyama Pervînê wiha ye:
 
"Gelê me yê hêja em Cejna we ya Qurbanê pîroz dikin. Di vê cejnê de em nikarin biçin gel hezkiriyên xwe û destên mezinên xwe maç bikin. Ji ber Vîrusa Koronayê hîn talûkeyeke mezin heye. Em rica dikin ku hûn jî dewsa serdanê cejna mezin û hezkiriyên xwe bi telefonê pîroz bikin. Em di vê cejnê de dîsa wekî HDP'ê hesreta xwe ya ji bo aştiyê, demokrasiyê tînin ziman. Bila ev cejin tendirustiyê û aramiyê ji me re bîne."
 
Peyama Mîthat wiha ye:
 
"Em di nava şerdên dijwar de Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Ji aliyekî şer, zext ji aliyekî jî Vîrusa Koronayê heye. Ji ber van sedeman em nikarin cejna xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Ji bo em cîhenek di nava piştevanî, aştî, azadî û aramiyê de ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomîninn. Her wiha em di cejnê de tedbîrên xwe yên ji bo tenduristiyê jî bigirin. Em ji bo xwe û hezkiriyên xwe çi ji destên me bê em bikin. Ez Cejna we hemûyan ji dil pîroz dikim."