Berteka li dijî êrîşên li ser goristanan: Hûn ji kevirên goristanan jî ditirsin?

  • 10:57 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Turkan Bilir û Husnuye Arcagul ên ku dema çûn serdana goristanên zarokên xwe û dîtin ku goristanên zarokên wan hatine texrîpkirin wiha gotin:" Hûn ji kevirên goristanan jî ditirsin?"
 
Li herêmê di rojên dawî de êrîşên li ser goristanan zêde bûne. Kevirên goristanan jî tên şikandin. Yek ji goristanên hatiye texrîpkirinê jê Goristana Sîsê ya Licê ye. Berê jî sê caran Goristana Sîsê hat texrîpkirin. Her wiha do careke din jî Goristanan Sîsê bi êrîşan rû bi rû hat hiştin û hat şewitandin. 
 
'Çima wiha dikin?'
 
Goristana Çemê Elîka ya Licê jî berê gelek carî ji aliyê leşkeran ve hat texrîpkirin. Turkan Bilir a ku bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana goristana zarokê xwe wiha got:"Em dema tên serdana gorên zarokên xwe em gorên zarokên xwe ji ber êrişan nas nakin. Kevirên goran şikandine. Çima wiha dikin? Mirovên jiyana xwe ji dest dane dikarin çi bikin? Bi derûniya me dilîzin. Dilê me ji ber êşa zarokên me diêşe. Bi van êrişan dilê me bêtir dişewite."
 
'Bila ew jî heman êşê bibînin'
 
Turkanê da zanîn ku ew di cejnê de bi kelecanekê diçin serdana goristanên zarokên xwe lê belê dibînin ku kevirên gorên zarokên wan hatine şikandin û wiha got:"Gelo li cîhanê kî ewqas bê merhamet û ne rêzdar in? Bila ew jî heman êşê bibînin. Bila ew jî gorên zarokên xwe nas nekin. Xwezî lawê min ji gorê raba û dîsa li dijî vê zilmê serî hilda."
 
'Ditirsin û êriş dikin'
 
Metin Arcagul li Kobanê dema li dijî DAÎŞ'ê şer dike jiyana xwe ji dest dide û li Goristana Birlikê tê definkirin. Dayika wî Husniye Arcagul anî ziman ku dema ew diçe serdana gora zarokê xwe û dibîne ku hatiye texrîbkirin dilê wê dişewite û wiha got:"Ev mirovan êdî derketine hizûra xwedê. Ev êriş li dijî miriyan bêrêzdarî ye. Ew êdî bûne pakrewan. Hûn ji kevirên wan jî ditirsin? Ditirsin û êriş dikin. Ez dema têm ser vê gorê hilma min diçike. Bila hilma kesên êrişî goran dikin jî biçike. Bila ew jî heman êşê bibînin  da ku me fam bikin."