Di bin êrîşên dewleta tirk de pîrozkirina Cejna Qurbanê ya zarokên Rojava

  • 10:21 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Şênî û zarokên gundê Um El-Xêr ku di xeta agir de ruxmî xeteriya dewleta tirk û komên girêdayî wê cejna qurbanê pîroz dikin daxwaz kirin ku ev cejn bibe wesîleya dawîkirina êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê. 
 
Ruxmî xeteriya Vîrusa Koronayê, îro li gelek welatan Cejna Qurbanê bi kêfxweşî û aramî tê pîrozkirin lê pîrozkirina cejnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet li gundewarên navçeya Til Temirê cuda ye. Tevî gule û topbaranê cejin tê pîrozkirin. 
 
Me serê sibehê berê xwe da yek ji gundên ku di xeta agir ango yek ji wan gundên ku herî zêde tê topbarankirin gundê Um El-Xêr e, ku nêzî 10km Rojavayî navçeya Til Temirê dikeve, me rewşa şêniyan û pîrozkirina wan a cejnê şopand.
 
'Destpêkê gora bapîrê xwe ziyaret kir'
 
Zaroka bi navê Fereh Emîn cejin pîroz kir û wiha got: "Ez ji saetên berbangê şiyar bûm, min xwe amade kir û kincên xwe yê xweşik li xwe kir. Paşê çûm serdana gora bapîrê xwe. Niha jî li nava gund digerim û cejina her kesî pîroz dikim."
 
'Xweşbûna cejnê bi hebûna hevalên min e'
 
Meryem Xidir a 8 salî jî cudabûna vê cejinê ji cejina borî wiha tîne ziman: "Ev cejin pir cuda ye, ji ber her tim em fêr bûne ku cejina hemî malan pîroz bikin, lê îsal pir kêm in û gelek mal jî deriyên wan girtine, ev xemgîniyekê bi me re çêdike. Gelek hevalên min jî koçber bûne, niha tenê ez û çend hevalê xwe digerin."
 
'Ruxmî ku 1 km nêz in lê em cejna xwe pîroz dikin'
 
Emîna Qedîs jî bal kişand ser koçberiya xelkên gund û wiha dirêjî da gotina xwe: "Koçberiya gelê gund ji ber dagirkeriyê dilê me diêşîne, lê ruxmî wê jî me şekir ji bo zarokan anîye û niha em cejna xwe pîroz dikin. Çete jî 1 km li Bakurê me ne, ji ber wê xeterî li ser me heye."
 
'Daxwaza me derketina dagirkeran e'
 
Dapîra bi navê Şemsa Xalid jî wiha got: "Ez bi hêvî me ev cejin bi xêr ser gelê me re derbas be, lê bi dagirkirina xaka me ya ji aliyê dewleta tirk ve êdî cejin ne wekî berê ye. Daxwaza me ya destpêkê û dawî ew e ku dagirker dest ji xaka me berdin û bihêlin em bi aramî bijîn."
 
'Hebûna dewleta tirk li vir nayê qebûlkirin'
 
Sebah Ehmed dibêje ku ev cejin ji cejina remezanê baştir e û wiha got:"Di Cejna Remezanê ji ber topbaranê tu kesî serdana hev nekir, lê niha em tevgereke baş dibînin. Zarok xemla jiyanê ye, ew ji serê sibehê de cejna her kesî pîroz dikin. Hebûna dewleta tirk û çeteyên wê nayê qebûlkirin û pêwîst e ku di zûtirîn demê de dest ji xaka me berdin û biçin."
 
'Şekir bi deyin anî, da ku zarok dest vala dernekevin'
 
Semîra Xelef jî da xuyakirin ku bandora şer li ser cejinan jî heye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi hatina dagirkeran re jiyana me veguheriye dojehê. Min şekir bi deyin anîye, tenê da ku zarok dest vala venegerin û ji deriyê malê dernekevin."
 
Ne tenê şênî cejina hev pîroz dikin, heman wextê şervanên Meclisa Leşkerî a Til Temir jî cejna zarokan pîroz dikin û şekiran li wan belav dikin. 
 
Niha zarok û kesên ciwan, dayik, dapîr û bapîr cejna hev bi kombûyînên biçûk pîroz dikin.