R.R: Yên herî zêde li cihên dagirkirî tên îşkecekirin jin in

  • 10:13 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Ruperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jina bi navê R.R piştî ku du sal û nîv ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide Kantona Şehbayê û wiha dibêje: "Piştî dagirkeriya Efrînê me nedikarî bi rehetî li ser axa xwe bijiya û mirov bi mafê xwe bang bikirina jî dihatin îşkencekirin."
 
Herêma Efrînê di 18'ê adara 2018'an de ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat kontrolkirin. Piştî Efrîn hat dagirkirin rojane kiryarên ne mirovî di derheqê sivîlên ku li wir mane tê kirin û sivîl rastî, êşkence û revandinê tên. Her wiha li Efrînê cihên dîrokî tên talankirin û guhertina demografîk pêk tê. Jina bi navê R.R ku 45 saliye, xwediyê 3 zarokan e û piştî du sal û nîv ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide Kantona Şehbayê. R.R kiryarên ku li Efrînê tê meşandin û êşa ku li Efrînê jiya ye ji Ajansa me re parve kir. 
 
'Efrîn bûye cihê metirsiyê'
 
R.R di destpêka gotina xwe de jiyana li Efrînê wiha anî ser ziman: "Dema Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, em li wir man. Piştî dagirkeriyê çeteyan nedihiştin ku şêniyên Efrînê bi rihetî li ser axa xwe bijîn. Şênî bi rojane rastî kiryar û îşkenceyê tên. Efrîn bûye cihê metirsiyê, bi taybet jinên ciwan nikarin derkevin ber derî, ji ber çete mafê xwe dibînin ku destdirêjî li ser wan jinan bikin. Her wiha jin bi darê zorê ji aliyê çeteyan ve tên revandin û dema malbat pereyan didin wiha jinan berdidin."
 
'Li girtîgeha Efrînê gelek jin hatibûn girtin'
 
R.R balkişand ser girtîgeha Efrînê û wiha domand: "Dema em ji aliyê çeteyan ve hatin girtin me birin girtîgeha jinan û li wê derê gelek jin hatibûn dîlgirtin. Piranî kesên ku hatibûn girtin bi hincete bi Rêveberiya Xweser re kar kirine dihatin girtin. Hemû kes bi guman bû ku ji mala xwe derkevin, dema ji mala xwe derdiketin ji aliyê çeteyan ve dihatin revandin. Çeteyan bi darê zorê şêniyên Efrînê ji mala wan derdixistin û di mala şêniyan de bi cih dibûn."
 
'Li pêşiya çavên me berhemên me yên çandiniyê hatin dizîn'
 
R.R di dewama gotina xwe de diyar kir ku çeteyan li ber çavên wan berhemên çandiniya wan didiziyan û wiha dewam kir: "Li pêşiya çavên me berhemên çandinî û baxçeyên me ji aliyê komên çekdar ve dihatin dizîn, lê mixabin me nikarî berhemên ku dihatin dizîn hesap ji wan bipirsin, ji ber me tehdît dikrin. Her wiha li Efrînê jêkirina daran didome û darên ku jêdikin dikin êzing û difroşin. Ruxmê em li ser axa xwe bûn, destûr nedidan em derbasî nav erdê xwe bin. Her wiha me nedikarî li ber mala xwe dar biçanda, ji ber berhemên me didiziyan. Gulîstanek me ya hinaran hebû, lê çeteyan hemû darên wê jêkirin û kon lê vedan. Her wiha kesên ku bi serê xwe li mala xwe dijîn, çete destûr nedidan û malbatên çeteyan li gel wan bi cih dikirin."
 
'Mirov li Efrînê bi mafê xwe bang bike rastî kiryaran tê'
 
Di dawiyê de R.R derbarê zextên ku li ser gelê Efrînê ji aliyê komên çeteyan ve tên meşandin anî ziman û wiha bi dawî kir: "Hin mal li gundan hene xwerinên biha çêbikin çete pere bi nirxa 100 Dolar ji wê malê dixwazin, ger dendikê xwarinê ji xwe re bikirê hesabê wê 10 hezar Sûrî ye divê tu bide çeteyan. Her wiha qedexe ye tu nan ji Efrîn bîne diviya bû ji çeteyan were kirîn. Nirxa her paketek nan jî 5 hezarê Sûrî ye. Dema komên çeteyan tiştan ji dikanan bigirin hesab nadin û ger dikanfiroş hesabê wan tiştan bixwaze ew ji aliyê çetan ve bi hinceta ku dikanfiroş li jinên çeteyan mêze dikin dihatin girtin. Dema gel bi dengê xwe banga mafê xwe bike rastî kiryar û binçavkirinê tên."