Li Rojava serdana gorên pakrewanan hatin kirin

  • 10:06 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya cejina qurbanê şêniyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan goristana pakrewanan û find pêxistin.
 
Li Rojavayê Kurdistanê wek kevneşopî her cejin ewil gel berê xwe didin goristana pakrewanan û yekem cejina pakrewanan pîroz dikin. Duh şev jî li seranserî Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê, Qamişlo, Heleb û Şehbayê bi boneya cejina qurbanê malbatên pakrewanan berê xwe dan goristana pakrewanan û li ser gorên pakrewanan find vedan. 
 
Şêniyên Hesekê li goristana pakrewanan find pêxistin
 
Bi boneya cejina qurbanê Malbatên Şehîdan, Çand û Huner a bajarê Hesekê û ciwanên PYD'ê li goristana pakrewanan find pêxistin û cejina xwe yekem bi pakrewanan re pîroz kirin.
 
Paşê  Hevseroka Komîteya Çand û Huner ya Kantona Hesekê Efaf Hesekê cejina qurbanê li tevahî pakrewanên azadiyê û malbatên wan pîroz kir û wiha got: "Yê ku hiştin ku em bi kêfxweşî û serfirazî jiyan bijîn şehîd in, em deyndarê wan in, ji bo wê jî em soza xwe nû dikin ku em ê şopdarê rêka wan bin û xwedî li mîrasê wan derkevin."
 
Di dawiyê de goristan bi ronahiya findan li ser gorên pakrewanan hate xemilandin.
 
Li Şehbayê find hatin pêxistin
 
Bi hatina cejina qurbanê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê, bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên sivîl, şêniyên Efrîn û Şehbayê li her du goristanên Berxwedan û Serdemê ya navçeya Ehrezê û komkujiya Til Rifetê ya navçeya Fafînê daxuyanî dan û find ser goristana pakrewanan pêxistin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî li goristana Berxwedana Serdemê ya dikeve navenda navçeya Ehrezê ya Şehbayê ji aliyê Ufê Mihemed ve hat dayin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Bi boneya Cejina Qurbanê em di serî de li Rêber Apo û gelê azadîxwaz pîroz dikin. Ruxmî ku dewleta tirk a dagirker her li ser hovîtiyê xwe mezin dike, dizane ku wê tucarî nikaribe vîn û hêza me tune bike. Em Gelê Kurd şehîdên xwe naspêrin axê em dispêrin dil û mejiyên xwe.
 
Em ciwanên Agir û Rojê ji saziyên navneteweyî re dibêjin êdî çavên xwe li hember van kiryaran vekin û li berpirsiyartiya xwe ya exlaqî xwedî derkevin û Erdogan weke kujerekî şer bila bê dadgehkirin. Em in ciwanên şehîdan ciwanên Agir û Rojê li hember van kiryaran bê deng namînin û bersiva me wê tolhildan be."
 
Herî dawî li her du goristanan ji aliyê malbatên pakrewanan ve find hat pêxistin.
 
Li Helebê cejin li goristana pakrewanan hat pîrozkirin
 
Bi hatina cejina qurbanê Mecilîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê serdana goristana pakrewanan ya berxwedana Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li gundî Pinû a dikeve Taxa Şiqeyêf kirin. Bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana goristanê kirin û find li ser gora pekrewanan pêxistin.
 
Serdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûse wiha got: "Em di serî de cejna qurbanê li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Em di rewşek hesas re derbas dibin, lê çidibe bila bibe em ê di rojên wiha de yekem serdana şehîdên xwe bikin. Şehîdên me pêşenga jiyana me ne. Em di her kêliya jiyana xwe de wan bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin."
 
Herî dawî find li ser goran hat pêxistin.
 
Li Qamişlo find ser goran hatin pêxistin
 
Bi boneya cejna qurbanê her sal di êvar û sibeha cejinê de serlêdana goristanê pakrewana tên kirin. Duh şev jî şêniyên bajarê Qamişloyê serlêdana goristana şehdî Delîl Saroxan kirin û find li ser goran pêxistin.
 
Hêjayê gotinêye ku li bajarê Kobanê û Dêrîkê jî li ser gorên pakrewanan find hatin pêxistin.