Ji ber Covid-19'ê 15 kesê din jiyana xwe ji dest dan

  • 09:34 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Ji ber Vîrusa Koronayê 15 kesê din jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 967 kesên din jî bi Vîrusa Koronayê ketine. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 5 hezar û 674'an. Bi giştî jî 229 hezar û 891 kes bi Vîrusa Koronayê ketine. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku ji ber Vîrusa Koronayê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha  967 kesên din jî bi Vîrusa Koronayê ketine. Her wiha Fahrettin anî ziman ku hejmara nexweşan her ku diçe zêde dibe.