'Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya aştî û azadiyê'

  • 09:25 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Bi munesebeta Cejna Qurbanê gelê Wargeha Penaberan Mexmûrê piştî nimêja cejinê berê xwe de goristana Şehîd Nujîn. Piştî serdana goristanê gel tevlî merasîma Saziya Malbatên Şehîdan bûn.
 
Bi boneya Cejna Qurbanê gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê berê xwe dan Goristana Şehîd Nujîn dua kirin û şekir li hev belav kirin. Piştre jî tevlî merasîma Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Di merasîmê de li ser navê Melayan Mela Mihiye Dîn  axivî.
 
Mella Mihiye Dîn wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Di serî de em cejna Rêber Apo, têkoşerên azadiyê û tevahî Gelê kurd pîroz dikin. Ew zilma ku niha di nava  zîndanan de tê kirin ne di tu demê de û ne jî li tu deveran hatiye kirin. Pêxember dibêje ku xeyra mezin ya ku însan bi miletê xwe re rast bê, ne ew kesê ku xiyanetê li qewmê xwe û eşîreta xwe bike ye.” 
 
Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk Hevserokê Meclîsê Hacî Kaçan jî axivî û got: “ Di serî de em cejna we pîroz dikin. Bi hêviya di salên  pêş de bi Rêber Apo re cejnên azad derbas bikin û bijîn, bi hêviya Gelê Kurd di tekoşîna xwe ya pêşerojê de li beramberî dagirkeriyê, zordariyê û li beramberî êrîşên hovane serbikeve û gelên azadîxwaz bigihîn azadiya xwe. Em di pêvajoyekî hesas re derbras dibin weke gelê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî em ê heta dawî berxwedana xwe ya bi rûmet a ku ji roja destpêkê me meşandiye heta niha em ê bimeşînin û em ê tu carî serê xwe netewînin. Bi van hêviyan dubare cejna we hemûyan pîroz dikin û Şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin. Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya aştî û azadiyê. ”