Ayten a li kolanê lêdan xwar bi dehan carî gilî kiriye

  • 09:22 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ayten Yilmaz ji aliyê Serhat Çalgici ve rastî şîdetê hat. Aytenê got berê jî sê caran rapora derbkirinê girtiye û çûye qerekolê û got tevî vê der barê gumanbar de tiştek nehatiye kirin.
 
Li Mêrdînê jina bi navê Ayten Yilmaz du roj berê li navçeya Artuklu ji aliyê mêrê bi navê Serhat Çalgici ve rastî şîdetê hat. Ayten ji ber şîdetê ji serê xwe û milê xwe birîndar bû û li ser çapemaniya civakî şîdet ragihand û got li vî welatî edalet û mafê jinan tune ye.
 
‘Min sê caran gilî kir’
 
Aytenê daxuyakirin ku berê jî ji ber şîdeta Serhat Çalgici gilî kiriye lê tu encam negirtiye û got îfadeya wî jî nehatiye girtin.
Ayten ku bi mehan e rastî şîdeta fîzîkî û derûnî tê, berê jî hatiye derbkirin û rapor girtiye û çûye qerekolê. Aytenê wiha berdewam kir: “Min gelek carî lêdan xwar. Telefona min digirt û ez ji malê derdixistim. Ez li polîsan geriyam û min gilî kir. Sê caran min rapora derbkirinê girt. Lê tiştek nekirin. Ne ez hatim parastin ne jî îfadeya wî hat girtin.”
 
‘Mirovan ez temaşe kirim’
 
Aytenê wiha got: “Sê roj berê dîsa ez dîtim. Li serê min xist ez nava xwînê de mam. Bi sedan kesî jî ez temaşe kirim. Hevala min ligel min bû, ji bo hevala min gazî ambulansê neke telefona wê girt û şikand. Ambulans nîv saet şûnde hat. Mirovan li min mêze dikirin û kes nedihat gel me. Polîs hat her tişt dît lê wêneyek jî nekişandin. Li qerekolê jî çar saetan li bendê îfadeyê sekinîm. Tevî ez bi dehan carî rastî şîdetê hatim kesî dengê min nebihîst. Ez bang li rayagiştî dikim. Hêza min nemaye. Ez tenê edeletê dixwazim. Bila piştgiriyê bidin min.”