Feleknas Ûca: Yên bêdeng man Êzidî terkî qedera wan kirin

  • 09:17 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Feleknas Ûca ya HDP’î diyar kir ku di ser komkujiya Şengalê de 6 sal derbas bûye û got: “Gelek jinên Êzidî ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran  avêtin. Li ber çavên zarokan dayikên wan hatin qetilkirin.”
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hember Êzidiyên Şengalê komkujî pêk anî û di ser komkujiyê de 6 sal derbas bûn. Di komkujiyê de bi hezaran kes hatin qetikirin, jin hatin revandin û aqûbeta gelekan nayê zanîn.
 
Platforma Jinan a Amedê û KJA ya bi KHK’ê hat girtin, daxwaz kir ku 3’yê Tebaxê ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Qirkirina Jinan’ bê îlankirin û piştî ev hat qebûlkirin jin her sal di 3’yê Tebaxê de bertekên xwe tînin ziman.
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca der barê qirkirinê de û pêvajoya piştî wê de axivî.
 
‘DAIŞ wê me bikuje’
 
Feleknasê got Êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de di amadekariya cejna ‘Çilê Havînê’ de bûne û çend roj beriya wê DAIŞ’ê belavok belavî gelê Şengalê kiriye û gotiye ‘em ê di cejnê de bê çaya we vexwin.’ Feleknasê wiha got: “Ev belavok li her derê hatin belavkirin. Wê demê her kesî dizanîbû ku wê li hember gelê Şengalê komkujî pêk bê lê her kes bêdeng ma. Yên bêdeng man  Êzidî terkî qedera wan kirin. Piştî êrîşa li hember Şengalê dîrok guherî. Tiştên hatin jiyîn êşek mezin bû. Ji me bendewariyek mezin hebû. Bi hezaran kes li me geriyan û gotin DAIŞ me dikuje.”
 
‘Jinan xwe ji zinaran avêtin’
 
Feleknasê destnîşan kir ku Êzidiyan berê 73 ferman jiyane û kesî ev neaniye ziman û got: “Ji ber belge û dîmen tunebûn di qeydan de jî tunebûn. Lê îro bi hezaran dîmen û belge hene. Dayikan di rojên havîna germ de zarokên xwe hembêz kirin û ketin riyan. Dîmenên jinên îşkence dîtin her kesî dît. Jin ji bo nekevin destên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin.”
 
‘Dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin’
 
Feleknasê bi lêv kir ku ji Kampa Hol heta Reqayê bi sedan jinên Êzidî hatine xilaskirin û hîna jî 3 hezar jinên Êzidî yên li bendê xilasbûnê ne hene û got nezelaliya aqûbeta van jinan jî xwe diparêze. Feleknasê da zanîn ku tê xwestin ku Şengal bê Êzidî bihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jineke 18 salî ya navê wê Hayat ji bo nekeve destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anî. Derûniya wan zarokan nayê vegotin. Travmaya wan jiya mezin bû. En nikarin bêjin ku birînên wan hatine kewandin. Êşek mezin bû. Di qirkirinê de 150 hezar Êzidiyên Şengalê çû çiyê û dayikên 70 salî çek hilgirtin û Şengal parastin.”
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her kes dakeve qadan û li dijî qirkirina Şengalê dengê xwe bilind bike.