Hediye Yûsif: Armanca vê zagonê bêîradekirina civakê ye

  • 09:09 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yusif têkildarî Zagona Qeyser (Caesar) û qeyranên ku pê re rûdane nirxandin kir. Hediyeyê wiha got: "Civak divê bi bîr û bawerî û bi hebûna xwe bikaribe vê qeyranê derbas bike. Divê ev rewş neyê qebûlkirin, ji ber ku ev zagon li ser civaka Sûriyeyê hatiye ferzkirin."
 
Di sala 2019'an de bi erêkirina Neteweyên Yekbûyî ambargoyên aborî, leşkerî û siyasî li ser Rejîma Sûriyeyê hat ferzkirin. Di bin navê xilaskirina gelên Sûriyeyê ya ji hovîtiya Rejimê Netewên Yekbûyî di dîroka 17’ê Hezîrana 2020’an de Zagona Qeyser xiste meriyetê. Ji ber Zagona Qeyser gelek buhabûn di qada Sûrî de tê jiyîn û hesabê vê jî gelên Sûriyeyê didin. Têkildarî mijarê Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yusif ji ajansa me re axivî.
 
'Ji bo tengavkirina Rejîma Sûrî Zagona Qeyser hat ferzkirin'
 
Hediyeyê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser aloziya Sûriyeyê û wiha got: "Rewşa ku îro Sûriyê tê de derbas dibe gihîştiye qonexeke gelek hesas, ji ber ku  ev qeyran her ku diçe kûrtir dibe. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê di sala 2011'an heta roja îro pirsgirêka ku li Sûriyeyê rû dane, hewildanên ku tên kirin, perçebûna rewşa muxalefeta Sûriyeyê û serweriya Tirkiyeyê berdewam dike. Li kêleka van projeya netewa demokratîk li Bakurê Sûriyeyê pêş ve diçe. Li hember van hemûyan Rejîma Sûriyeyê tu gavên çareseriyê neavêt û tu guhertin û veguhertinek di Rejîma xwe de çênekir. Niha rewşa ku heyî Cînev xitimî û hêzên çavdêr  ên ku bi qeyrana Sûriyeyê re mijûl dibin çareserî nedîtin. Herî dawî jî ji bo ku Rejîma Sûriyeyê tengav bikin Zagona Qeyser li hember Rejîma Sûriyeyê îlan kirin. Ev zagon gelek hişk û bi bondor e. Ev zagon ne tenê ji bo Rejîmê misoger e, di heman demê de li ser giştî Sûriyê û dewletên cîran  bandorek gelek mezin kir."
 
'Fatureya vê zagonê gelên Sûriyeyê didin'
 
Hediye di domandina axaftina xwe de behsa bandora Zagona Qeyser a li ser aboriya Sûriyeyê kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Zagona Qeyser bandora xwe li ser aboriya Sûriyeyê kir, her wiha lîreya Sûriyeyê li hember bûhabûna dolar nirxê wê ket. Bilindbûna dolarê di hemû warên jiyanê de bandorek neyînî li ser civak, siyaset û aborî kir. Dewletên serwer ên weke Îran, Rûsya û Tirkiye nahêlin Rejîm di vê qeyranê de ewqas tengav bibe. Di zagona Qeyser de rê li ber ticareta derve hat birîn û hemû ticaret niha bi buhabûna dolar tê kirin. Ev buhabûn bi rengekî xwezayî  li giştî bazarên Sûriyê û di nav de jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Tiştên ku li Sûriyê dihatin kirîn û firotin bi lîrayê Sûriyê bû, lê piştî Zagona Qeyser her tişt bi buhabina dolarê tên firotin û fatûreya vê Rejîmê zêdetir bandorê li gelê Sûriyê dike. Gelê Sûriyê dabara jiyana xwe rojane dike. Her wiha li Sûriyeyê di hemû bajaran de bermahiyên şer heye û welatekî xirab maye û qadên aborî ne zindî ne. Rewşa Sûriyê niha rewşek enkazê ye û gel jî di nava vê enkazê de dijî, ji bo wê gelek pirsgirêkên cuda rû dide. Niha li hundirê Sûriyê wiha bûye ku mirov ji ber qeyranê diçin parçeyek ji laşê xwe difroşin. "
 
'Zagona Qeyser gelek bûyerên tirajedîk bi xwe re anî'
 
Hediye bandora Zagona Qeyser a li ser gelên Sûriyê nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe: " Bi zagona Qeyser re gelek bûyerên tirajedîk pêş dikevin, ji ber ku hêza civaka Sûriyeyê nemaye ku li ser berhemên xwe vê qeyranê derbas bike. Li Sûriyê çandinî, senayî, karmendî, şînkahî û sewalkarî pêşde bû, lê vî şerî hemû çavkaniya jiyanê miçiqand û êdî debara gel bi zehmet bûye. Rewşa feqirtiyê li Sûriyê gelek pêş ketiye. Armanca vê zagonê bêîradekirina vê civakê ye."
 
'Divê deriyên derve werin vekirin'
 
Hediye balkişand ser tedbîrên Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bazaran de gelek bûhabûn rû daye. Rêveberiya Xweser di vê rewşa qeyranê de di aliyê dîplomasiyê de her di nava hewildanê de ye. Her wiha riyên ku dikeve Rojava ji aliyê neteweyên yekbûyi ve nebûye fermî, ji bo wê alikariya mirovî nagihêje ber destên gel. Rêveberiya Xweser jî di aliyê xwe de hin tedbîran distîne û gelek genim depo kir û genimê îsal ên ku hatine çandin hemû civakê xist nava tevgerê da ku neşewite, ji ber ku di pêşiya me de rewşek buhabûnê heye. Her wiha Reveberiya Xweser li ser berhemdayina xweser disekine û çandinî, sewaldarî û berhemên senayiyê pêş dixîne. Dibe ku Zagona Qeyser hîn dirêjtir bike û em rastî qeyrana aborî  werin û bi xwe re qeyranên cudatir jî bîne. Çiqas Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwist girtibe jî, pêwist e dêriyên derve werin vekirin."
 
'Zagona Qeyser li ser civaka Sûriyeyê hatiye ferzkirin'
 
Hediye herî dawî diyar kir ku divê gel pergala civaka aborî ava bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwist e neteweyên yekbûyî rewşa civakî ya ku heyî bibîne û bibe alîkar. Di vê zagonê de gelek lîstokên lobî ya tirkî dileyîzin. Niha Tirkiyê cihên ku di bin serweriya wê de ye dixwaze sûdê wer bigire. Ger deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebe, wê gelê Sûriyê gelek alîkarî sûd wer bigire. Encama şerê aborî ji şerê leşkerî mezintir e, ji ber derûniya civakê xêrab dike û îradeya wê dişkîne. Ji erêniya vê zagonê zêdetir neyîniya wê li pêş e. Pêwist e di aliyê mirovî de bi lezgînî li ser were sekinandin. Banga gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê ew e ku neteweyên yekbûyî bibihîze û ji bo civaka Sûriyeyê çareserî were dîtin. Divê weke gelên Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetên xwe yên jiyanî xwe bi xwe biafirînin, ji ber ku pêkan e ev qeyran berdewam bike. Divê em pergala aboriya civakê ava bikin da ku gel xwe li ser piyan bigire. Civak divê bi bîr û bawerî û bi hebûna xwe bikaribe vê qeyranê derbas bike. Divê ev rewş neyê qebûlkirin, ji ber ku ev zagon li ser civaka Sûriyeyê hatiye ferzkirin."