Rojîn Ehmed: Ne bi xemsarî û tirs bi berpirsiyartî tev bigerin

  • 09:04 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed teqez kir ku li Hesekê û Qamişloyê 6 kes bi Vîrusa Koronayê ketine û sedema wan jî vekirina deriyên sînor û xemsariya Rêjîma Sûriyeyê ye.  
 
Desteya Tenduristiyê ragihandibû ku heta niha Hesekê û Qamişloyê 6 kes û bi tevahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 kes bi Vîrusa Koronayê ketine. Têkildarî vê mijarê her wiha tedbîrên ku pêwîst e gel bigirin, Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed axivî.
 
'Sedem vekirina deriyên sînor û xemsariya Rêjîma Sûriyeyê ye'  
 
Rojînê bi lêv kir ku Vîrusa Koronayê jiyana bi milyonan mirov dixe xeteriyê û wiha got: "Ruxmî hemî tedbîrên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel a ji vîrûsê hatin girtin, lê ji ber vekirina deriyên sînor û xemsariya Rêjîma Sûriyeyê bi çûyîn û hatina balafiran ji Şamê heya Qamişloyê, bû sedema belavbûyina Vîrusa Koronayê."
 
'Ji bo Vîrusa Koronayê belav nebe em tedbîran digirin'
 
Rojînê kesên ku bi vîrûsê ketine bi bîr xist û wiha dom kir: "Ji 4 kesên ku bi Vîrusa Koronayê ketine hatine ragihandin. Ew û 88 kesên din ku bi wan re dan û stendin kiribûn niha di bin çavdêriyê de ne. Dibe kesên ku bi wan re dan û stendin kiribin zêde bin. Komîteya şopandinê jî vê mijarê dişopîne. Ji ber ku du jin bi nexweşiya penceşêrê ne û li gelek navendên tenduristiyê geriyane. Ji bo Vîrusa Koronayê belav nebe em tedbîran digirin."
 
'Kesên bi Vîrusa Koronayê ketine niha di bin çavdêriyê de ne'
 
 
Rojînê bal kişand ser kesên ku niha di bin çavdêriyê de ne û wiha pê de çû: "Kesên ku gumana Vîrusa Koronayê bi wan re heye, niha di bin çavdêriyê de ne û komên awarte yên Heyva Sor a Kurd bi wan re dikevin têkiliyê, wan dişopînin."
 
'Ne bi xemsarî û tirs bi berpirsiyartî tev bigerin'
 
Rojînê destnîşanî xemsariya gelê herêmê kir û di dawiyê de ev bang li gel kir: "Gel bi xemsarî û bê berpirsiyartî tev digere, ev yek jî dibe ku bibe sedema belavbûna Vîrusa Koronayê. Pêwist e tedbîrên xwe bigirin û li paqijiya kesayetî baldar bin, li deverên giştî nemînin û kombûyînan çênekin. Bi têgihiştina gelê me ya têkildarî xetereya vê vîrûsê em ê bikaribin vê pêvajoyê jî serkeftî derbas bikin."