‘Li dijî binçavkirin û girtinan em ê têkoşîna xwe dewam bikin’

  • 09:02 31 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Rêvebera SES'ê ya Amedê Rozerîn Çatak û Endama Meclîsa Şarederiya Yenişehîrê Emîne Kaya ku ligel 28 jinan hatibûn binçavkirin û piştre bi şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan, diyar kirin ku di vê sedsalê de her tişt diguhere lê helwesta Tirkiyeyê ya li ser jinan naguhere û gotin ev rewşa şermezarkirinê ye.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 28 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê hatibû dayin. Ji van 28 jinan 5 jin hatibû girtin, 23 jin jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Rêvebera SES'ê ya Amedê Rozerîn Çatak û Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehirê ya Amedê Emîne Kaya ku serbest hatibûn berdan diyar kirin ku Tirkiye bi gelek pirsgirêkan rûbirû ye û herî zêde jin li dijî wan pirsgirêkan deng derxînin.
 
‘Li dijî binçavkirin û girtinan em ê têkoşîna xwe dewam bikin’
 
Rozerînê diyar kir ku wan piştî têkoşîna xwe nin û wiha got: "Dema az hatim binçavkirin min sedema binçavirinê pirsî lê wan negotin. Piştre min dîsa pirsî wan jî gotin ji ber Komeleya Jinê ya Rosayê û xebatên bi rêxistinî ye. Lê ji ber ku di dosyayê de biryara veşartî hebû ji min re ewqas zêde negotin. Wekî me tiştên gelek xirab kiriye tev geriyan. Ji min re pirsên li ser PKK’ê pirsîn lê min got ez di sendîkayê de me û hûn tenê di aliyê sendîkayê de dikarin tiştan bipirsin. Lê wan bi wî awayî berdewam kirin min jî êdî bersiv neda wan. Bi wî awayî çar rojan di nezaretxaneyê de mam. Lê em li pişta têkoşîna xwe ne. Me tiştek şaş nekiriye. Em ê ji bo mafên jin û zarokan têkoşîna xwe berdewam bikin. Li dijî binçavkirin û girtinan em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
 
'Şerd û mercên nezaretxaneyê yên paqijiyê gelekî xirab bû'
 
Rozerînê destnîşan kir ku şerd û mercên nezaretxaneyê yên paqijiyê gelekî xirab bûye û wiha dewam kir: “ Li nezaretxaneyê ji bo meriv bi Vîrusa Koronayê bikeve şerd û merc pir guncav bûn. Divê bihata dezenfektankirin lê tu bergirîyek nehatibû girtin. Di van binçavkirin û girtinan de rewşa pandemiyê qet nagirin dest. Armanca wan girtin û binçavkirinan ew e ku xebatên sendîka û ya saziyên jinan dixwazin îllegalîze bikin. Wan wekî sûc  dixin pêşiya me. Ji me re dipirsin ku em çima tevlî 8’ê Adarê bûne. Ez jin im û mafê jinan diparêzim. Helbet tevlî 8’ê adarê dibim. Lê ev tevlîbûn wekî sûcekî  dixin pêşiya me. Her wiha dirûşma ‘em bêdeng namînin, natirsin û îteat nakin’ pirsîn. Em di sedsala 21‘ê de ne . Her tişt diguhere lê helwesta tirkiyeyê ya li ser jinê naguhere û rewşeke şermezarkirinê ye. Tirkiye gelek bi pirsgirêkan rûbirû ye û li dijî wan pirsgirêkan jî herî zêde jin deng derdixînin. Loma ewqas êrîş li ser me heye lê em ê têkoşîna xwe bi her awayî û li her qadê berdewam bikin. Ji ber ku em mafdar in.”
 
‘Mafên me yên esas tên lêpirsînkirin’
 
Endama Meclîsa Şarederiya Yenîşehirê Emîne Kaya jî anî ziman ku mafên wan ên xwezayî hat lêpirsînkirin û got: "Em jixwe siyasetmedar in, tên naskirin. Helwestên wan ên li ser me bi awayekî zanebûn tê kirin. Ji ber ku sîyaseta kurdan dixwazin tune bikin loma ewqas êrîşan li, ser me dikin. Di binçavkirinê de pirsên wan balkêş bû. Şînên ku çûbûyên ji me re pirs dikirin. Em siyasetmedar in û karê me ew e ku divê em her tim bi gel re bibin. Lê em ji ber wan tên darizandin. Bi rastî jî rewşa tirkiyeyê li ber têkçûyinê ye."