ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 31 Tîrmeh 2020
  • Rojev
* Zarokên bi navê Rîm û Mihemed El Xatîb ên ku hem wêneyan xêz dikin hem jî bi awayekî xwezayî lîstikan amade dikin û bi hev re dilîzin wiha gotin:"Em bi hestên zarokatiyê xewin û xeyalên xwe bi rêya şano û xêzkirina wêneyan tînin ser ziman." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed teqez kir ku li Hesekê û Qamişloyê 6 kes bi Vîrusa Koronayê ketine û sedema wan jî vekirina deriyên sînor û xemsariya Rêjîma Sûriyeyê ye. DÎMEN HEYE
 
*Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yusif têkildarî Zagona Qeyser (Caesar) û qeyranên ku pê re rûdane nirxandin kir. Hediyeyê wiha got: "Civak divê bi bîr û bawerî û bi hebûna xwe bikaribe vê qeyranê derbas bike. Divê ev rewş neyê qebûlkirin, ji ber ku ev zagon li ser civaka Sûriyeyê hatiye ferzkirin." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera SES'ê ya Amedê Rozerîn Çatak û Endama Meclîsa Şarederiya Yenişehîrê Emîne Kaya ku ligel 28 jinan hatibûn binçavkirin û piştre bi şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan, diyar kirin ku di vê sedsalê de her tişt diguhere lê helwesta Tirkiyeyê ya li ser jinan naguhere û gotin ev rewşa şermezarkirinê ye. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji navên ku di azadiya netewa kurd de roleke girîng lîstiye Qedemxêra Feylî ye. Qedemxêrê di oxira doza gelê xwe de ji bo azadiyê riyên wêrekiyê bi serfirazî bi ser xitstiye. Ew bû pêşenga yekîtiya neteweyî û li dijî îxanetê dibû bersiv.
 
*Di dema ku Konferansa Lozan dom dikir, di dawiya meha Berfanbara 1922’yan de, ji Bexdayê ev agahî li Başûrê Kurdistanê tê belavkirin: “Hikûmeta Brîtanyayê û Hikûmeta Iraqê, di nav sînorên Iraqê de heqê avakirina Hikûmeta Kurdan a ji aliyê Kurdên ku li nav tixûbên Iraqê dijîn qebûl dike û divê ku bendên Kurd ên cuda cuda di demeke gelekî kurt de, di nav xwe de li hev bên da ku biryar bidin ew ê şeklê hikûmetê çawan be û sînorên wê kîjan deveran bigire nav xwe û li hêviyê ne ku ew heyeta wan a rayedarkirî bişînin Bexdayê da ku li ser têkiliyên aborî û siyasî yên ku wê bi hikûmeta Majeste re û bi hikûmeta Iraqê re bên danîn, gotûbêjan bikin.” JI PÊNÛSA JINAN
 
*Ekolojîst Yurdagul Çelîk bi lêv kir ku li Wan û derdora wê barana dibare rê li ber lehiyê vedike û ev jî bandorek neyînî dike û got ne faktorên ekolojîk kara şîrketan li ber çavan tê girtin û heta ev pergal bidome jî wê çareseriyek neyê dîtin.
 
*Feleknas Ûca ya HDP’î diyar kir ku di ser komkujiya Şengalê de 6 sal derbas bûye û got: “Gelek jinên Êzidî ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran  avêtin. Li ber çavên zarokan dayikên wan hatin qetilkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Ayten Yilmaz ji aliyê Serhat Çalgici ve rastî şîdetê hat. Aytenê got berê jî sê caran rapora derbkirinê girtiye û çûye qerekolê û got tevî vê der barê gumanbar de tiştek nehatiye kirin.
 
*Parêzer Raziye Turgut der barê muvekîlên xwe yên li Grava Îmraliyê dimînin û serlêdana DMME’ê de axivî û got: “Divê tecrîda dibe sedema êrîşa li hember destekeftiyên jinan bi dawî bibe. Bidawîbûna tecrîdê tê wateya ku Abdullah Ocalan ligel jinan têdikoşe.”
 DÎMEN HEYE