Welatiyên Şengalê çûn serdana goristanan

  • 16:37 30 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Viyan Seîd/ Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL- Bi nêzbûna salvegera fermana 3'yê Tebaxê 2014'an ya ku Şengalê pêk hatibû, jinên Êzidi çûn ser gorên komî yên Geliya Zîlîlî.
 
Civaka Êzîdî di 3'yê tebaxa 2014'an da de bi fermanê da gelek kes hatibûn kuştin, hatibûn revandin, lê gelek kes wenda bûbûn. Lê îro jî hîn gelek gorên komî hene ji bo ev gorên komî tû xebat nehatine meşandin. Kesek nizanê ew hestiyên kê ne. Jinên Şengalê Tevne Alîkariya Jinên Êzîdî çûn ser gorên komî ku gelîyê Zîlîlê daxuyanî dan.
 
Bi kombûna jinan heta cihê gorên komî meş hat lidarxistin. Di meşê da wêne û afîşên komkujiya 3'yê Tebaxê hatin hilgirtin. Dirûşmên 'Bimrê Îxanet', 'Şehîd namirin', 'Jin Jiyan Azadî' hatin berzkirin. Piştê meşê daxuyanî bi Erebî ji aliyê Hediye Feysel hat xwendin. Piştê daxuyanî Ferîde Şengalî axîvî. Ferîde Şengalî di destpêkê da wiha axîvî û got: "Em wek Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî hatine Zîlîlê, li vê derê jî gorên komî heye. Ev qas dem derbas bûye lê tû kes ji bo gorên komî tû xebat nedaye meşandin, hişyar tev negeriyane. Ne baldar nêz dibin ne jî ji bo em bi xwe ev hestiyên goran kom bikin tiştekê bikin ne îcaze didin ne jî alîkarî didin me. Ev şehîdên me yen fermanê ne em ê her li wan xwedî derbikevin.”^
 
'Em tu carî fermanê ji bîr nakin'
 
Ferîde Şengalî wiha dewam kir: “ Heta niha tu kes nehatine ser gorên komî tu tiştek nekirine. Ji 80 zêdetir gorên komî hene ku hatine ditîn lê rûxmî wê dîsa ji nedîtî ve tên. Ev gor jî nêzî yên  43 kesî ye. Heke kesên ku xwedî wîcdan hebûya wê ji bo gorên komî xebat bidan meşandin lêkolîn bikaribana û ji bo şehîdên fermanê gorek çêbikirina. Lê dîsa gelê me hewceye xwe bi xwe xwedî gorên şehîdên xwe derbikevin bende hêvîya dewletan nemînin. Em wek Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî şehîdên fermanê bîr tînin. Em tu caran fermanê ji bîr nakin û heta dawî em ê li  berxwe bidin. “
 
'Kesekî ji bo gorên komî tiştek nekir'
 
Endame Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Bedel jî hestên xwe wiha anî ser ziman: “ Di serî de ez şehîdên 74 fermanan, şehidên komkujiya Şengalê hemû şehîdên çar aliyên Kurdistanê bîr tînim. Komkujî li  Geliyê deriya Zilîlî hatibû kirin. DAÎŞ hemû kom kirin û kuştin. Lê hestiyên wan hin ne di nav axê de ne. Ne tenê hestî pêlav, cilên van li wê derê ne hemû jî diyar in ku mêr in. Şeş sal derbas bû kesekî  ji bo gorên komî tiştek nekiriye. Em hatine wê derê banga xwe ji bo mirovan dikin ku bila li van gorên komî xwedî derbikevin.”
 
Piştê axaftinan jin bi hev re çûn dora gorê mêze kirin û têla ku ji bo gorên komî hatibû xerakirin çêkirin.