ATK'ê rapora têkildarî Ebru û Aytaç pêşkêş kir

  • 15:05 30 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Saziya Tipa Edlî ya Stenlolê rapora "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e" ji bo parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal pêşkêş kir.
 
Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê rapor da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê û diyar kir ku nikare di girtîgehê de bimînin. ATK'ê  rapora "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e" da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal. 
 
Parêzer Ebrû Tîmtîk 210 roj, Parêzer Aytaç Unsal jî 179 rojin di rojiya mirinê de ne. Di 27'ê Tîrmehê de parêzer Ebru û Aytaç sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kiribûn. ATK'ê rapora der barê Ebru û Aytaç de aşkere kir û got: "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e." 
 
Platforma Ji Parastinê re Azadî duh û îro gelek daxwazname dabûn heyeta dagehê û xwestibûn Ebru û Aytaç bên berdan. Niha li bendê ye ku 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryarê bide.