Dayika Pinarê: Muebetê bidin gelo wê êşa canê min bi dawî bibe?

  • 09:14 30 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
BEDLÎS - Dayika Pinar Gultekîn ya li Ula ya Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hat qetilkirin, Şefîka Gultekîn axivî û got: “Axê şerm kir ku van keçên ciwan hembêz bike, gelo we qet şerm nekir. Muebetê bidin gelo wê ev êşa canê min biqede? Te çawa zaroka min qetil kir, 26 salan min bi kedek mezin ew mezin kir, çawa destê te dirêjê wê bû.”
 
Xwendekara Zanîngeha Sitki Koçman Pinar Gultekîn di 16’ê Tîrmehê de li Muglayê winda bû û di 21’ê Tîrmehê de cenazeyê wê li nêzî Yerkesîk a Akyaka ya Ulayê hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarê wê Cemal Metîn Avci hat girtin.
 
Cenazeyê Pinarê jî ji aliyê malbatê ve hat girtin û li Xîzan a Bedlîsê hat definkirin. Dayika wê Şefîka Gultekîn hevdîtina dawî ya bi Pinarê re û kuştinên jinan yên zêde bûne nirxand.
 
‘Beyî me ket ezmûnê’
 
Şefîkayê got di 1993’an de ji Xîzanê koçî Mersînê kirine û got: “Em bi salan li Mersînê man û piştre me koçî Stenbolê kir. Pinar li Mersînê hat dinê. Li Mersînê dibistana seretayî xwend. Pinarê li Stenbolê dibistana lîse û navîn xwend. Me nedixwest Pinar bixwîne lê wê gelek ji xwendinê hez dikir. Her tim digot ez ê bixwînim, ez nazewicim, ez ê li destê mêr mêze nekim. Me nedixwest bixwîne lê ew bêyî me beşdarî ezmûnê bû. Piştre Beşa Televîzyon û Radya ya Zanîngeha Stenbolê qezenc kir. Ji me re negot min qezenc kiriye. Ji xizmek me re gotibû ew jî hat got bişînin.”
 
‘Dipa ku em biçin Muglayê’
 
Şefîkayê got: “Piştî dibistan qedand ji ber kar nedît dîsa ket ezmûnê. Beşa îktîsadê ya zanîngeha Sitki Koçman qezenc kir. Ez her sal diçûm cem keça xwe Muglayê. Îsal dibistan qedandibû. Dipa ku em biçin cem wê. Ez ê roja şemiyê biçûma cem wê. Keça min modeltî jî dikir. Keça min tu kes eciz nedikir, canê kesî neêşand. Heta kesekî ku ew nerehet dikir hebû, got dayê ev kes min nerehet dike. Em rabûn çûn Muglayê me gilî kir. Hevalên keça min got Cemal Metîn Avci ew nerehet dikir. Piştî winda bû gotin.”
 
‘Bi dehan carî lê geriyam’
 
Şefîkayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya keça min winda bibe em axivîn. Kêfa wê baş bû. Keça min ne ligel me bû lê em her tim diaxivîn. Roja winda bibe sibehê em axivîn. Ez wê rojê nexweş bûm. Min got saet di 16.00’an de randevuya min ya nexweşxanê heye. Piştî ji nexweşxaneyê çûm malê me got em telefon bikin. Lê telefon girtî bû. Heta nîvê şevê em geriyan lê telefon girtî bû. Tu car telefona Pinarê girtî nedima. Em li hevala wê geriyan. Me got biçe li malê binêre tiştek bûye. Hevala wê diçe malê lê kes derî venake. Hevala wê agahî dide cendermeyan. Piştî hevala wê geriya ez û bavê wê çûn Muglayê. Em çûn mala wê hemû alavên xwe kom kiribûn. Tebaxên ku xwarin têde xwaribû li ser tezgahê bû. Pinarê tu carî em bê agahî nedihişt. Lê hesteke ket dilê min û min got ‘ew kuştine’.”
 
‘Çawa ewlada min qetil kir’
 
Şefîkayê di dawiyê de wiha got: “Êdî bes e, evqas keçên ciwan ketin bin axê. Axê şerm kir lê kujeran şerm nekir. Van jinan çi bi we kir?Ez mafê xwe helal nakim. Darve jî bikin, êşa canê min derbas nabe. Keça wî jî heye, wî bi keça min kir lê ez naxwazim zirar bê keça wî. Ev êşa can naşibe tiştekî. Gelo muebetê bidin wê êşa canê min bi dawî bibe. Min 26 salan bi kedek mezin keça xwe mezin kir, çawa keça min kir bin axê.”