Beriya cejnê qûtbûna ceyranê didome

  • 09:11 30 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li taxên ku DEDAŞ’ê ji 14’ê Gulanê de ceyran lê birîbû, jinan bertek nîşan dan û gotin: “Bila me wek dijmin nebînin. Qe nebe bila beriya cejnê ceyranê vekin.”
 
Belavkarî û Ceyranê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ) bi îdiaya deyn ji 14’ê Gulanê de ye ceyrana nêzî 100 gundên ku girêdayê Dêrik, Qoser û Artuklu ya Mêrdînê birî. Bi ceyranê re av jî nehat û DEDAŞ’ê ji bo şêniyên taxê gotin deynê we heye. Welatî bê av û ceyran wê bikevin cejna Qurbanê.
 
Li taxên ku germahî gihiştiye 48 dereceyî rojê saetekê ceyran tê dayîn û welatî saetên din yên rojê bê ceyran derbas dikin. Hem cejna Qurbanê û hem jî ji ber vîrusê welatî nikarin hewcedariyên xwe bînin cih.
 
‘Bila wek dijmin tev negerin’
 
Fehîme Dogan ya li Gundikê Mele ya Artuklu ya girêdayê navendê dijî got ji ber birîna ceyranê av jî nayê û nikare baxçeyê xwe av bide û wiha got: “Em nikarin sebze û fêkiyên xwe jî bişon. Bi mehan em perîşan bûn. Baxçeyê me ziwa bû. Zarokên me perîşan bûn. Nayên malê jî. Li bin siya daran rûdinin. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku tiştekî bikin. Kes ne dijminê kesî ye. Bila me wek dijmin nebînin.”
 
‘Dîsa jin dikşînin’
 
Celîle Çiray a li Gundikê Evdo yê girêdayê navçeyê dijî jî bi van gotinan bertek nîşan da: “Cejn tê, lê me tu amadekarî nekiriye. Me tu tiştek nekiriye. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin. Zarokên me rojê saetekê hewaya hênik dibînin. Nexweşê me heye, kal û pîrên me hene. Baxçeyên me hişk bûn. Dîsa tişta dibe bi me jinan dibe. Bila çareseriyekî bibînin êdî bes e.”
 
Hanim Çiray jî got ji ber ceyranê hemû alavên wan yên elektronîk şewitîne û wiha got: “Ne odeyek me ya paqij ma, ne cil û bergên me yên paqij. Em wisa dikevin cejnê. Her kes amadekariya cejnê dike lê em di vê rewşê de ne. Ev ne maf e.”