'Li pêşiya çavên rejîmê hemû nirxên gel tên binpêkirin'

  • 09:06 30 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen têkildarî mijara berjewendiyên dewletan ên li ser xaka Sûriyeyê û parçekirina wê de wiha got: "Berjewendiyên dewletan dibe sedem ku li hevkirineke siyasî neyê çêkirin."
 
Di 2012'an de Sûriye di nava şer û pevçûnan de ye, her ferdekî Sûriyeyê yan malbateke Sûriyeyê  para xwe ji vî şerî girtiye. Ji ber şer êdî jiyan li Sûriyeyê bû dojeh û bi milyonan kes koçberî dervî welat bûn. Rojane bombeyên bi rêya balafirên Rûs, Emrîka, Îran û Tirkiyê li ser gel tên berdan û di encamê de gel dibe qurbaniya şerê dewletan. Lê heya roja îro jî Rejîma BAAS'ê ji bo vê aloziyê tu çareserî di aliyê siyasî an jî tu helwest nîşan nedaye û bêdengiya xwe didomîne. Li kêleka wê hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî di nava Sûriyeyê de tev digerin û bazarganiya xwe dikin. Hikumeta Sûriyeyê ketiye nava du aloziyan kirîza Aborî û Siyasî, Rejîm ji bo van herdu kirîzan êdî tengav bûye û xwe neçarî alîkariya Rûsyayê dike. Ji ber vê bêdengiyê,  dewleta tirk bi hêsanî xaka Sûriyeyê roj bi roj dike bin kontrola xwe û herî dawî jî Emerîka qanûna Qeyser li ser hikumeta Sûriyeyê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Hesen ji ajansa me re axivî. 
 
'Li pêşiya çavên rejîmê hemû nirxên gel tên binpêkirin'
 
Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Di 2012'an de şerê Sûriyeyê wek şoreşekê hat destpêkirin. Paşê ev şoreş zivirî serhildanan. Piştre roj bi roj komên bi navê Cebhet El-Nûsra, artêşa Azad û herî dawî jî çeteyên DAIŞ'ê hatin avakirin û ev kom li gor berjewendiyên xwe di hundir Sûriyeyê de kiryarên bê exlaqî û derveyî mirovî pêk anîn. Komên çeteyan hîna jî komên xwe berfireh kirin. Me wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sêyemîn a berxwedanê ji xwe re hilbijart û li gor wê em tev geriyan û me 19'ê Tîrmehê ji xwe re bingeh girt. Rejîma BAAS'ê di hundir herêmên Kurdan de tu xizmet û parastin nedikir. Êdî rewşa Sûriyeyê ber bi xirabûnê ve diçû, li kêleka wê jî hemû dewletên ji derve êrîşî xaka Sûriyeyê kirin û li gor berjewendiyên xwe di nava Sûriyeyê de lîstokên qirêj ava kirin."
 
'Hemû dewlet dixwazin para xwe ji xaka Sûriyeyê bigirin'  
 
Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser kiryarên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Di sala 1998'an de dewleta tirk hikumeta Sûriyeyê tehdîd kir, paşê ji ber ku rewşa Sûriyeyê kete nava aloziyê û Rejîmê nedikaribû xwe ji vê kirîzê xilas bike. Êdî dewleta tirk bi rêya komên çeteyan dest bi dagirkirina xaka Sûriyeyê kir. Herêma Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Ezaz, Bab û niha jî di nava hewldanan de ye ku Îdlibê jî dagir bike û di heman demê de dixwaze Lîbya jî bi dest bixe. Ev giştî jî bi rêya lihevkirinên dewletên navnetewî ne. Rûsya, Emerîka, Îran, Îtalya û Firansa ji bo berjewendiyên xwe aloziyê geştir dikin û dibin sedem ku lihevkirineke siyasî an jî çareseriyek ji bo kirîza Sûriyeyê neyê çêkirin. Dewleta tirk jî dixwaze pergala Osmaniyan ji nû ve ava bike. Ji bo vê xaka Sûriyeyê hat parçekirin û hîna tê parçekirin."
 
'Rejîma BAAS'ê bi erkên xwe yên sereke ranebû'
 
Bêrîvanê herî dawî diyar kir ku wê bi yekîtiya gelan pilanên qirêj têk biçe û wiha bi dawî kir: "Dema ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dagirkirin Rejîma Sûriyeyê bêdeng ma û çareserî ji bo van herêman çênekir, ji ber ku ev herêm parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye, ji bo vê jî hewldanên Rejîmê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tu diyalogên Sûrî- Sûrî an jî di aliyê Siyasî de nebû xwedî rol. Hêzên QSD'ê bi berxwedana xwe hêza DAIŞ'ê şikand û bi sed hezaran kes û herêm ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Pêwîst e gelê Sûriyeyê û bi taybet gelê ereb êdî li hemberî bêdengiya Rejîma BAAS'ê şiyar bin, ji ber ev planên ku li ser gel tên meşandin planên bazarganiyên e. Xemsariya hikumetê dihêle ku roj bi roj kiryar û planên bê exlaqî zêdetir bibin. Heta roja îro jî Rejîm li hemberî van kiryaran xwe berpisyar nabîne, pêwîst e Rejîm xwedî helwestekê be, aloziya Sûriyeyê bi rengekî demokratîk çareser bike."