ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 30 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Fatma Berko bi lorînên xwe koçberiya ji Efrînê û windakirina kurê xwe vedibêje. Fatmaya ku li ser kurê xwe dilorîne wiha got: "Piştî koçberiyê û windakirina kurê xwe bi lorînê êşa xwe parve dikim. Lê min hêviya xwe tu carî bi dawî nekir. " DÎMEN HEYE
 
*Peymana Lozanê di 24’ê Temmûzê sala 1923’yan hat îmzekirin, bi vê peymanê Kurdistan hat perçekirin û Dewleta Tirk di qada navnetewî de hat qebûlkirin. Wek gelek mijaran, di derbarê vê peymanê de, di vegotinên rewşa heyama avakirina Dewleta Tirk de gelek çewtitî û xelitî hene; ya muhîm hin ji van bi zanebûn û ji bo xapandina millet hatine meşandin.  JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jina bi navê Necah Qedrû ya ji Kantona Şehbayê ye û xwediyê bexçeyê kulîlkan e, derbarê xebatên xwe yên di nava baxçeyê xwe de wiha got: “Bi êrişên çeyetên DAIŞ’ê keda min a 15 salan a çandina baxçeyên min hat binpêkirin, lê dîsa careke din min ew bexçe zindî kir.”
DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Qamişloyê Henîfa Mihemed tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Weke jin ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin, divê em xwe di hemû waran de zane û çalak bikin, da ku em bizanibin mafê xwe bistînin û dengê xwe bighînin cihê pêwendidar. Li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Divê em jî vê têkoşînê bidin. "DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê û li herêmê qirkirina xwezayê berdewam dike û desthilatdariya ku nema kare li ser piyan bimîne bi qirkirin û talankirina xwezayê hewl dide li ser piyan bimîne. Li Licê şewata ku berî bi du rojan derket her ku diçe belav dibe. 
 
*Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen têkildarî mijara berjewendiyên dewletan ên li ser xaka Sûriyeyê û parçekirina wê de wiha got: "Berjewendiyên dewletan dibe sedem ku li hevkirineke siyasî neyê çêkirin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro nirxandinên xwe di derbarê rewşa geşedanên dawiyê de kir û wiha got: "Siyaseta hevpeymana Lozanê careke din xwe dubare dike." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka SES’e ya Şirnexê Halîme Kara, diyar kir ku li Cizîrê nexweşî kêm bûye lê li Şirnex, Hezex û Silopiyê zêde bûye û wiha banga cejnê kir: “Xetayê ku di cejna dinê de hat kirin divê di vî cejnê de neyê kirin. Bila di cejnê de tu kes neçin malên hevdû.” DÎMEN HEYE
 
*Tûfiringiyên Sasonê bi xwezayîbûyîn û bedewiya xwe bi nav û dengin. Malbata Gulsum Kaplan jî bi hemû ferdên civakê re li ser erdên tûfiringiyan dixebitin û debara xwe dikin. Gulsum Kaplan dibêje her ku diçe Tufiringênn wan bi navû deng dibin lê di aliyê hatiniyê de feydeyek nagihêje wan. BI DÎMEN
 
*Jinên destvala ji bazarê vegeriyan wiha gotin: “Hesabê malê li bazarê nayê. Em destên xwe dirêjî çi bikin şûnde dikşînin.” BI DÎMEN
 
*Li taxên ku DEDAŞ’ê ji 14’ê Gulanê de ceyran lê birîbû, jinan bertek nîşan dan û gotin: “Bila me wek dijmin nebînin. Qe nebe bila beriya cejnê ceyranê vekin.” BI DÎMEN
 
*Nivîskar, rojnameger û parêzvana Maf Duygu Asena 14 sal berê ji nav me koç kir. Duygu Asena yek ji kesên girîng ya nivîsa femînîst bû û ji salên 70’ê ji bo jinan nêrîna femînîst pêşkêş kir. Tu yê her tim bi me re bî Duygu Asena.
 
*Dayika Pinar Gultekîn ya li Ula ya Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hat qetilkirin, Şefîka Gultekîn axivî û got: “Axê şerm kir ku van keçên ciwan hembêz bike, gelo we qet şerm nekir. Muebetê bidin gelo wê ev êşa canê min biqede? Te çawa zaroka min qetil kir, 26 salan min bi kedek mezin ew mezin kir, çawa destê te dirêjê wê bû.” BI DÎMEN