Li Helebê ji bo parastina ji vîrûsê hemleya paqijiyê dest pê kir

  • 14:47 29 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Şaredariya Gel a Helebê bi alîkariya Endamên,  ji bo parastina gel ji Vîrûsa Koronayê dest bi hemleya paqijiyê kirin.
 
Ev bû demeke ku Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê belav bûye. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çend kes bi vê vîrûsê ketine. Ji bo parastina ji vê vîrûsê bê kirin Şaredariya Gel a bajarê Helebê bi alîkariya Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest bi hemleya paqijkirin û dezefenkteyê  li bajêr kirin. Hemle ji taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê dest pê kir û heta taxa Şêx Meqsûd, Xerbî û taxa  Eşrefiyê wê dewam bike.
 
Têkildarî hemleya paqijkirina taxê Endama PYD'ê Sîham Mistafa wiha got: "Ji bo ku em xwe ji vê vîrûsê biparêzin me dest bi hemleya paqijkirinê kir. Ev vîrûs ji qirêjbûnê çêdibe, ji bo wê divê hertim derdora me paqij be. Cîhan hemû li hember belavbûna vê vîrûsê ne çar maye û bi rengekî lez belav dibe. Di riya paqijiyê re em dikarin xwe û civaka xwe biparêzin. Xeteriya vê nexweşiyê pir mezin e. Divê em hemû bi hev re bibin alîkar û mirovên xwe ji vîrûsê biparêzin."