Lêgerîna tazî li ser Eylem Oyunlu hat ferzkirin

  • 13:49 29 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Li ser Eylem Oyunlu ya ku bi zaroka xwe ya 2 salî û bi pitika xwe ya 10 mehî hat girtin lêgerîna tazî hat ferzkirin. 
 
Eylem Oyunlu bi îdiaya "Alîkariya bi rêxistinê" di 19'ê Hezîranê de li Navçeya Licê ya Amedê ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Licê hat girtin û şandin girtîgehê. Li ser Eylem Oyunlu ya ku bi zaroka xwe ya 2 salî û bi pitika xwe ya 10 mehî hat girtin lêgerîna tazî hat ferzkirin. 
 
Hat diyarkirin ku dema ketina girtîgehê komî be wê demê lêgerîna tazî nayê ferzkirin lê dema kesek tenê be lêgerîna tazî tê ferzkirin. 
 
 
Parêzerê Eylemê Yusuf Çakas da zanîn ku girtî li dijî vê yekê derdikevin lê gardiyan di vê mijarê de israr dikin.