Kiryarê êrîşa zayendî tê parastin?

  • 09:11 29 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li  gûndeki  girêdayî navçeya Hezexê, hat zanîn ku zarokek ji aliyê N.T. ve rastî êrîşa zayendî hatiye. Her wiha hat zanîn ku bêyî malbat û destûra parêzer ji gund çend kesan zarok birine nexweşxaneyê û derket holê ku zarok rastî êrîşa zayendî hatiye.
 
Li  gûndeki  girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, hat zanîn ku di rojên derbas bûyî de li dijî zaroka astengdar  êrîşa zayendî hatiye kirin. Kesê ku nexwest navê wî diyar bibe di derbarê bûyerê de ji ajansa me re agahî parve kir. Li gor agahiyan kiryarê bi navê Nezîr Tepe(66) êrîşa zayendî pêk aniye û bûyer di 20’ê Tirmehê de derketiye holê. 
 
Hat zanîn ku jinên gund ên ku hatine ligel hev sohbetê dikin zarok tiştên ku jiyaye vedibêje. Kesê ku nexwest navê wî diyar bibe wiha got: “Jinên gund hatine ligel hev ji bo sohbetê bikin û ev zarok ligel van jinan behsa tiştê ku hatiye serê wê kiriye. Zarok ji ber ku tirsyaye ji dayika xwe re tu tişt negotiye, piştî 3 rojên dinê gotiye. Piştre roja ku bapîra vê zarokê diçe mala wan ji bûyerê agahdar dibe û agahî didin hemû xizmên xwe.” Hat diyarkirin ku ji ber bûyeran malbata zarokê li kiryarê bi navê N.T.  didin û cendirme tên cihê bûyerê.
 
Bêyî malbatê zarok birin nexweşxaneyê
 
Li gor agahiyên ku me girt ji gund çend kes bêyî malbata zarok û serdozger zarokê di 15’ê Tirmehê de dibin li nexweşxaneyekî navçeya Cizîrê. Derket holê ku li vir piştî muayene û testên hatiye kirin de bijîşkan gotiye ku rastî êrîşa zayendî hatiye. Lê ji ber rapora nexweşxaneyê jî tune ye jî gelek balkêş e. Li gor agahiyan bûyera ku di 20’ê Tirmehê de derketiye holê, dibe ku beriye 15’ê Tirmehê  jî hatibe jiyîn,
 
Zarokê nekirine bin parastinê
 
Piştî bûyer derket holê şûnde, hat zanîn ku îfadeya zarokê tevî pedagog hatiye girtin. Her wiha zarok sewqê Tipa Edlî Mêrdînê hatiye kirin û biryara veşartinê danîne ser lêpirsînê. Her wiha hat destnîşankirin ku zarok nekirine bin parastinê.
 
Kiryar serbest berdan
 
Ji aliyê dinê jî piştî bûyer derket holê ku kiryar N.T. hatiye binçavkirin û piştî îfadeya wî hatiye girtin, serbest hatiye berdan. Li gor îdîayan kiryar N.T. niha li Êlihê ye. Ji aliyekî dinê ve jî gelek balkêş e  ku ji ber di derbarê bûyerê de nûçeyên hatine weşandin Serdozgeriyê bertek nîşan daye.
 
Dixwazin  ser bûyerê bigirin
 
Her wekî din hat zanîn ku kurê kiryar li Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya navçeya Hezexê peywirê dike, Nûner û Midûrê Şaxa Hezexê ya Egîtîm Bîr Senê ya Hezexê ye. Li gor agahiyan dixwazin  ser vê bûyerê bigirin.
 
Malbatê derbarê kurê kiryar de daxwazname da
 
Hat zanîn ku malbata zarokê, ji bo di derbarê kurê kiryar de tiştê pêwîst bê kirin daxwazname nivîsîne, bi daxwaznameyê serî li Midûriyeta Perwerdehiyê ya Mîllî, Egîtîm Bîr Sen û Qeymaqemiyê daye.
 
Malbatê bertek nîşanda: Em ê bêdeng nemînin
 
Malbata zarokê bertek nîşanê bûyerê da û wiha got: “Em ê li dijî vî bûyerê bêdeng nemînin. Heta ku ev kes bê cezakirin em ê nesekinin. Heta ceza bigire em ê bêdeng nemînin.  Çima kiryar hat berdan? Kiryar ji ber kurê xwe tê parastin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Zarok çima derewê bikin. Kesên ku li dijî van bûyeran bêdeng bimînin ew jî hevkarên vî sûcî ne.”