Rîma Îsa: Armanca tirkiyeyê tengavkirina tevgera kurdî ye

  • 09:07 29 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku armanca, pilanên dewleta tirk tunekirina kurdan û têkbirina deskeftiyên wan e û wiha got: ”Pilan û êrîşên dewleta tirk tevgerên kurdan hedef digire. Armanca tirkiyeyê tengavkirina tevgera kurdî ye.”
 
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî kir.  Di encamê de bi hezaran gel neçarî koçberiyê bûn û ev herêm ketin bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê. Êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha dewam dike. Mînaka wê ya sereke jî hedefgirtina jinên têkoşer ên li Kobanê ne. Ji 15'ê Hezîranê dewleta tirk bê navber êrîşî Herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Têkildarî pilanên tirkiyeyê yên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser Başûrê Kurdistanê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Rîma Îsa nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
‘Êrîş hebûna pêkhateyên herêmê dike xeteriyê’
 
Rîma destnîşan kir ku projeya netewa demokratîk a ku li Herêmê hatiye rûniştandin dewleta tirk û hemû hêzên desthilatdar weke xeteriyê li ser hebûna xwe dibînin û wiha pê de çû: ”Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de projeya netewa demokratîk a ku ji aliyê pêkhateyên herêmê ve hatiye hilbijartin  projeyeke enternatîf e ji projeya netew dewlet  ya ku tenê yek al, ziman û çand esas digire. Êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin hebûna gelên herêmê dike xeteriyê.”
 
‘Dîroka  dewleta tirk bi binpêkirinan dagirtî ye’
 
Rîmayê diyar kir ku dewleta tirk bi armnca guhertina demografiya herêmê û zindîkirina desthilatdariya osmanî êrîşên xwe li ser herêmê zêde kiriye û wiha pê de çû: "Rûpelê  dîroka dewleta tirk  bi komkujî û dagirkeriyê dagirtiye. Tu rêzgirtin ji zagonên navneteweyî re nehiştiye.  Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşîn dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyaye. Her wiha dewleta tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê jî dike. Êrîş hebûna kurdan hedef digire, ji ber ku kurd doza mafê xwe û gelê xwe dikin. Lewma weke xeterî li ser xwe dibînin û dixwazin kurdan qir bikin."
 
‘Li dijî kurdan hêzên desthilatdar bûne yek’
 
Rîmayê bal kişand  ser aliyên ku Kurdistanê dagir dikin  tevî ku dijminatiya hev jî dikin, lê li ser qirkirina Gelê Kurd li hev dikin û wiha gotina xwe doamnd: ”Hemû hêzên desthilatdar û yên mezin beşdarî pilana osmanî ya tunekirina kurdan bûne. Lewma di êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, hêzên navdewletî jî bêdeng dimînin.  Ev yek jî razîbûna wan nîşan dide.”
 
‘Bi rihê wekheviya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin’
 
Rîmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Pêwist e rêxistinên mafê mirovan bi wicdanî nêzî karê xwe bibin û rê li ber komkujî û dagirkeriyê bigirin. Bi rihê wekheviya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftina xwe mîsoger bikin.”