'Em ê xwedî li ked û berxwedana jinan derkevin'

  • 09:04 29 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Haçim, derbarê zext û êrîşên li ser jinên Bakurê Kurdistanê de wiha got: "Êrîşa li ser jinên Bakurê Kurdistanê li ser hemû jinan e, banga me ji hemû tevger û rêxstinên jinan re heye ku li hember êrîşên li ser jinan bê deng nemînin.  Em ê xwedî li ked û têkoîna jinan derkevin."
 
Dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê û tirkiyeyê bi dehan jin bi hinceta ku nûneriya rêxistinên civakî dikin, binçav kir. Dewleta tirk bi armanca têkbirina hêza jinê operesyona binçavkirina jinên rojnemevan, siyasetmedar û têkoşer daye destpêkirin. Jinên ku ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê têdikoşin tên girtin û binçavkirin. Jinên têkoşe ji aliyê dewleta tirk ve tên binçavkirin, girtin, îşkencekirin û qetilkirin. Li Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve şerekî taybet li hember îradeya Gelê Kurd û hêza jinên Kurd tê meşandin. Di derbarê vê mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Haçim ji me re axivî û nirxandinên xwe kir.
 
'Dewleta tirk hêza jina  kurd li ser xwe xeter dibîne'
 
Rewşenê da zanîn ku li seranserî Kurdistanê tevî zext û êrîşên li ser jinan, têkoşîn û berxwandana jinan  li hember zîhniyeta baviksalarî berdewam e û wiha domand: "Di hemû qadên jiyanê de jin pêşengtiyê dikin û roleke girîng dilîzin. Ji bo vê jî her tim jin ji aliyê pergalên desthilardar û dewletên ku jinan qebûl nakin ve tên hedefgirtin. Bi rêbazên îşkencekirin, binçavkirin û kuştinan dixwazin jinan têk bibin. Herî zêde jî dewleta tirk van kiryaran di derheqê jinê de dide meşandin.  Ji ber ku dewleta tirk ji vîna jina berxwedêr û têkoşer ditirse û hêza jinê li ser xwe xeter dibîne. Loma bi rêbazên cur be cur êrîşî jinan dike. Li Bakurê Kurdistanê jinên siyasetmedar û yên ku di sazî, rêxistinên jinan de dixebitin, behsa wekhevî, azadî û edaletê dikin. Ev jin ji aliyê dewleta tirk ve tên binçavkirin, îşkencekirin û girtin. Tevî ku di zagonên navneteweyî de bi tu şêwazan nabe ku jinên parlementer werin binçavkirin an jî girtin. Lê dewleta tirk hemû hevpeyman û zagonên navneteweyî binpê dike. Li Bakurê Kurdistanê û tirkiyeyê pîvanên mafê mirovan bi taybet jî mafê jinê tê binpêkirin. Li tirkiyeyê dema ku jinek tê binçavkirin rewşa wan ji girtinê xetertir dibe, ji ber ku hemû cureyên tundiyê li ser wan didin meşandin."
 
'Êrîşa li ser jinên Bakur li ser hemû jinan e'
 
Rewşenê destnîşan kir ku berê jin tenê di astekê de dihat nasîn, lê niha jin di astên herî jorîn de tê dîtin û wiha berdewam kir: "Berê civakê bi çavê ku jin xizmetkara zarok û malê ye nêz dibûn. Lê jina kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bend û qeydên civakê yên ku rê nedidan  jin bibin xwedî nasname, îrade, hêz û biryar şikandin.  Jin li hember urf û adetên civakê têkoşîn dike. Ji ber vê jî îro ewqas êrîşî û zext li ser jinan hene û dewleta tirk jî êrîşî tevger û rêxistinên jinan dike.  Ji bo ku jin negihêje armancên xwe û  ji hemû jinan re, nebin pêşeng tên armancgirtin. Êrîşa li ser jinên Bakurê Kurdistanê li ser hemû jinan e. Banga me ji hemû tevger û rêxistinên jinan re heye ku li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser jinan bê deng nemînin.  Bi hevdu re em bibin alîkar, xwedî li ked û têkoşîna jinan derkevin. Wek tevgera jinê li hember van êrîşan em ê asta berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin. Em ê dengê xwe bikin yek û ji tevahî cîhanê doza mafê xwe bikin. Bêdengiya dewletên navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk dide xuyakirin ku lihevkirineke di navbera wan de heye. Di dawiyê de bang li jinên Bakurê Kurdistanê dikim ku li hember êrîşên li ser jinên parlementer, siyasetmedar û azadîxwaz bê deng nemînin û piştgiriya wan bikin."