ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • 09:00 29 Tîrmeh 2020
  • Rojev
* Mamosteya Zimanê Suryanî Henar Erûr a ji pêkhateya ereb e derbarê hînbûna xwe ya zimanê Suryanî û girîngiya wê de wiha got: "Gelên ku li ser axa Mezopotamyayê dijîn, neçar in ku zimanê hev û din hîn bibin û hemû zimanan ji pişaftinê biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Haçim, derbarê zext û êrîşên li ser jinên Bakurê Kurdistanê de wiha got: "Êrîşa li ser jinên Bakurê Kurdistanê li ser hemû jinan e, banga me ji hemû tevger û rêxstinên jinan re heye ku li hember êrîşên li ser jinan bê deng nemînin.  Em ê xwedî li ked û têkoîna jinan derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku armanca, pilanên dewleta tirk tunekirina kurdan û têkbirina deskeftiyên wan e û wiha got: ”Pilan û êrîşên dewleta tirk tevgerên kurdan hedef digire. Armanca tirkiyeyê tengavkirina tevgera kurdî ye.”
DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Esiye Kûse ya ji gundê Ehrezê ya Şehbayê ye û kevneşopiya lêxistina nanê sêlê dewam dike da zanîn ku ew ji 16 saliya xwe heta niha nanê sêlê lêdixe û wiha got: "Em bi çêkirina nanê tenûrê rojên berê ên kevnar zindî dikin û keda destên dayikên xwe diparêzin. Bi nanê sêlê em çanda kevnar zindî dikin." DÎMEN HEYE
 
*Li Mêrdînê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihişt 5 hezarî û li nexweşxaneyan cih nema. Beriya cejnê Hevseroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Derya Etem bang li welatiyan kir û got di vê pêvajoyê de li malên xwe bin.
 
*Li gundê Sorek ê Mazgîrt a Dêrsîmê, jina bi navê Turkan Aslan li dijî talankirina xwezayê li gundê xwe bi jinan re di piştevaniyê de jiyana xwe didomîne. Turkan li dijî kana keviran a li gund tê xwestin bê çêkirin û êrîşên li hember xwezaya Dêrsîmê bi bertek e. DÎMEN HEYE
 
*Li Erganî ya Amedê zaroka ji aliyê bavê xwe M. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, tiştên hatibû serê wê ji dayika xwe re got û piştre gilî kirin. Dayikê gumanbar ji malê avêt û di heman demê de doza destberdanê vekir.
 
* Melodî Zengîn li dijî benda TYT ya Beşa Musîka Tirk a Konservatuarê ya Zanîngeha Egeyê ku ji 150’yî derxistin 200’î li ser çapemeniya civakî bi etîketa “#EgeBarajı150yap” çalakî da destpêkirin. Eylemê banga piştgiriyê kir û got divê ezmûna girtine pêş jî taloqî îlonê bibe.
 DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê bûyerên zêdebûna destdirêjiya li zarokan û qetilkirina jinan dan û gotin: “Heta ku gumanbar cezayên giran negirin heta ku polîtîka û zîhniyeta AKP’ê bidome wê şîdet û tecawiz jî zêde bibin.” DÎMEN HEYE
 
* Li  gûndeki  girêdayî navçeya Hezexê, hat zanîn ku zarokek ji aliyê N.T. ve rastî êrîşa zayendî hatiye. Her wiha hat zanîn ku bêyî malbat û destûra parêzer ji gund çend kesan zarok birine nexweşxaneyê û derket holê ku zarok rastî êrîşa zayendî hatiye.