Ji Bergamayê bang kirin: Peymana Stenbolê jinê dide jiyîn

  • 14:09 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Platforma Demokrasiyê ya Bergama, bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û got: "Peymana Stenbolê jinê dide jiyîn." 
 
Platforma Demokrasiyê ya Bergama ya Îzmirê, ji ber ku di demên dawî de kuştina jinan zêde bûye, bi armanca balê bikişîne ser zêdebûna kuştina jinan xwest ji Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ya Bergama bimeşin Qada Cumhuriyetê. Lê Walîtiyê destûr neda meşa jinan. Piştî astengiya Walîtiyê, endamên Platformê li pêş Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Endama Platforma Demokrasiyê ya Bergamayê Alev Çakir, bertek nîşanî qedexe û astengiya Walîtiyê da û got: “Ev biryar li gelek cihan esas nayê girtin. Ji bo xebatên îqtidarê tu gotin tune ye. Li Ayasofya 350 kesan mimêj kir, lê tiştek negotin. Lê dema em jin cînayetan protesto dikin, astengiyan derdixin." 
 
Li ser navê jinan Nûnerê Şaxa Egîtîm Sen'ê Bergama Şirin Ural daxuyanî xwend û got: “Em ne di şînê de ne. Em di îsyanê de ne. Îqtîdar bi guhertinên zagonî mafê jinan ên zagonî binpê dike. Bi van guhertinan jin bêtir bi hovîtî tên qetilkirin. Polîtîkayên ku kujer ceza nakin, mêr bêtir hêzê distîne. Her roj bersûc jinê qetil dikin. Her kes kesên ku jinê qetil dikin navê wan bê guhertin jî feraset yek e. Eger rol û rista Peymana Stenbolê pêk anîbûna, Pinar û bi sedan kesên weki Pinar nedihatin kuştin. Em dibêjin Peymana Îstanbul jinan dide jiyîn."