Li Şehbayê kiryarên derheqê jin û zarokan de hatin şermezarkirin

  • 12:14 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê kiryarên dijmirovî ên ku di derheqê zarok û jinan de pêk tê li Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê  şermezar kirin.
 
Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi tevlîbûna Endamên Meclîsa Kampa Serdem, Endamên Kongreya Star, Jinên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) , Jinên pêkhateyên ereb ên Şehbayê û Jinên Yekîtiya Êzdiyên Efrînê kiryarên dij mirovî ên ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê  di derheqê zarok û jinan de pêk tê bi daxuyaniyekê  li kampa Serdem a Kantona Şehbayê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên pêşeng hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Rûken Elo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû: "Em kiryarên hovane yên dewleta tirk û çeteyên wê yên di derheqê jinan de pêk tînin bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar ji zihniyeta desthilatdar û faşîzmê  tê. Ev kiryaran  bi taybet di derheqê jin û zarokan de tê kirin, ev kiryar jî pêşiya zêde kirina zewaca di temênê zarokatiyê de û pirzewacê tîne, ev yek jî dihêle ku mafê jinê bê çewistandin. Em weke Kongreya Star a herêma Efrînê bêdengiya navneteweyî ya di derheqê zarok û jinan de tucarî qebûl nakin. Bangawaziya me ji rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên parastina mafê zarokan heye ku li pêşiya tundiya fîzîkî û derûnî yên di derheqê jin û zarokan de bigirin û sûcdaran ceza bikin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.