Çalakiya jinan a Peymana Stenbole didome

  • 12:03 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya “#ChallengeAccepted”, “#İstanbulSözleşmesiYaşatır” ya li dijî tundî û qetilkirina jinan li ser medyaya civakî hat destpêkirin, dewam dike.
 
Çalakiyên jinan ên li ser medyaya civakî yên li dijî tundî û qetilkirina jinan dewam dikin. Jinên li Tirkiyeyê jî beşdarî kampanyaya li ser medyaya civakî ya "#ChallengeAccepted"li hemû cîhanê bûn. Jinan di heman demê de li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê parvekirina “#İstanbulSözleşmesiYaşatır” kirin. Jinan bi parvekirina wêneyan bal kişandin ser piştevaniya bi jinê re. 
 
Piştevaniya Morê, Parêzerên Femînîst, Koma Jinê ya Şopandina Wekheviyê, Jin bi hev re, FeminAmfi, Parastina jinê, li ser hesabên medyaya civakî piştgirî dan kampanyaya li dijî tundî û qetilkirina jinan.