‘Ne me, ne jî stargehê keça min parast’

  • 09:11 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Dayika Gulsîm Yîgît ya rastî şîdeta sîstematîk a Umut Yîgît hat û hat qetilkirin, Leyla Karadenîz wiha got: “Ne me ne jî stargehê keça min parast. Bila kujerê keça min bê darizandin.”
 
Gulsum Yîgît ya li Konyayê zewicandibû û rastî şîdeta sîstematîk a Umut Yîgît hat, li Samsunê li stargehekê bicih bûbû. Umut Yîgît piştî ku Gulsum îqna kir ji stargehê derxist û di 1’ê Tîrmehê de li ser riya Samsun-Enqereyê qetil kir. Gumanbar hat binçavkirin û girtin. Dayika wê Leyla Karadenîz der barê qetilkirina keça xwe û şîdeta sîstematîk a lê hatiye kirin de axivî.
 
‘Dayika min alîkariya min bike’
 
Leylayê bi lêv kir ku Gulsum rastî şîdeta sîstematîk a gumanbar hatiye û ji ber şîdetê jî çend caran hatiye Edenê gel wan. Leylayê daxuyakirin ku di hatina dawî de keça wê sê mehan ligel wan maye û piştî vegeriyaye malê dîsa rastî şîdetê hatiye. Leylayê daxuyakirin ku keça wê ji aliyê kesekî ve hatiye tehdîdkirin û ew biriye Samsunê û wiha got: “Keça min li ser vê li min geriya. Got ‘tu tişt wek hûn dizanin nîne, ez bi daxwaza xwe neçûme. Vî kesî ez bi keç û hevjînê min tehdîd kirime. Ez ji van kesan tirsiyam hatim. Dayika min alîkariya min bike.’ Min jî ji keça xwe re got biçe qerekolê heta ez têm.”
 
‘Ne me ne jî stargehê parast’
 
Leylayê destnîşan kir ku keça wê piştî îfadeyê serî li qereqolê dide li Samsunê li stargehê tê bicihkirin û wiha pê de çû: “Umut bi hinceta lihevhatinê bi Gulsumê ji Samsunê digire û qetil dike. Keça min xapand. Ew kuşt. Ev ne biryara wî tenê bû, biryara mêrên malbatê bû. Keça min şîdet ji hevjînê xwe dît û reviya, çû cem mêrekî din. Ne me ew parast ne jî stargehê. Çawa dibe bi hêsanî jineke li stargehê bi hêsanî didin hevjînê wê. Daxwaza wê hebûna jî ji ber ewlehiya canê wê divê destûr nehatiba dayîn. Ji xwe pirsgirêkên psîkolojîk dijiyan, biryarek baş nikaribû bide divê dewlet baldartir bûna. Dema keça min li stargehê bû, tiyê wê diçe stargehê li wê dipirse û keça min krîza sînîr derbas dike. Keça min û bi dehan kesên wek keça min neparastin.”
 
‘Li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên kuştin’
 
Leylayê daxuyakirin ku dema çûne cenazeya Gulsumê bigirin li ser îfadeya gumanbar hem ew hem jî hevjînê wê hatiye girtin û wiha dawî lê anî: “Piştî lêpirsîna dozger em hatin berdan. Bila kujerên keça min bên darizandin. Li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên kuştin. Ez bang li hemû jinan dikim êdî divê em ji vê re bêjin êdî bes e. Ji kerama xwe re di têkoşîna edeleta min de ligel min bin bila kujer cezayê herî giran bigire.”