‘Li hember jin û zarokan sûcekî organîze tê kirin heye'

  • 09:10 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan, qetilkirina Pinar Gultekîn û bûyerên êrîşên zayendî li herêmê nirxand û got: “Ev ne şîdeteke girêdayê vê pêvajoyê ye. Bi taybetî li hember jin û zarokan sucekî organîze  tê kirin heye.”
 
Hikûmeta li şûna ku li dijî şîdeta mêr ya li ser jinê Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 pêk bîne, peyman ji nîqaşê re vekir. Hefteya borî li Şirnexê çawîşekî pispr zarokek zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn û li Êlihê jî dîsa çawîşekî pispor tecawizê jinekê kiribû. Li Muglayê jina bi navê Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hat qetikirin. Endama Komeleya Jinan a Star ya Wanê Leyla Abukan pêvajo nirxand.
 
‘Hêza dewletê dide pişt xwe’
 
Leylayê bi lêv kir ku zêdebûna kuştina jinan û destdirêjiya li zarokan li hemû Tirkiyeyê pirsgirêkeke tê jiyîne, lê bi taybet li bajarên herêmê êrîşên polîs û leşkeran divê cuda bên nirxandin. Leylayê wiha got: “Gumanbar hêza xwe ji dewletê digirin û van êrîşan pêk tînin. Ev polîtîka bi giştî bi destê dewletê dikevin jiyanê. Di koka êrîşên bi vî rengî  de hêza mantiqa mêr heye.”
 
‘Bi qetilkirinê re tên rû hev’
 
Leylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê nêzîkatiya dewletê ya li hember jinan biguhere û got her diçe tabloyeke reştir tê jiyîn û wiha pê de çû: “Ev ne girêdayê vê pêvajoyê ye. Bi taybet li hember jin û zarokan sûcekî organîze bûyî heye. Polîtîka bêcezabûnê, efûkirina sûcan mînakên vê ne. Peymana Stenbolê di 2011’an de ket meriyetê. Divê Peyman û qanûn bi awayekî bandor pêk bê û demildest dest ji polîtîka bêcezabûnê bê berdan. Lê dewlet berovajî vê gumanbaran berdide û jinan mexdur dike, bi qetilkirinê re tîne rû hev.”
 
‘Hewcedarî bi rêxistinbûnê heye’
 
Leylayê destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de şîdet li ser jinan zêde bûye, ji ber komeleyên jinan girtibûn û mekanîzmayên dewletê jî neketine dewrê, şîdet zêdetir bûye. Leylayê wiha dawî lê anî: “Bi normalbûnê re jî şîdet kêm nebû. Di esasê de me dît ku şîdeta heyî çiqas mezin e. Polîtîkayên bêcezabûnê heta ku hebin wê bûyerên wisa jî hebin.”
Leylayê balkişand ser têkoşîna hevpar a jinan û got: “Hewcedarî bi rêxistinbûna jinan heye. Bêguman ji bo jinên Kurd ev zêdetir hewce dike.”