'Dewleta tirk nikare vîna jina azad bişkîne'

  • 09:04 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wiha gotin: "Em ê nehêlin dewleta tirk derbasî ser axa me bibe."
 
Dewleta tirk li her çar parçeyên Kurdistanê şerê hebûn û tunebûnê dide meşandin, li her çar parçeyan jî armanca dewleta tirk qirkirina gelê Rojhilata Navîn e. Bi salane dewleta tirk hewl dide ku Împaratoriya Osmaniyan nû bike û hemû destkeftiyên Kurdan tune bike. Şerê ku niha li Rojavayê Kurdistanê tên kirin hemû bi piştigiriya dewletên navneteweyî ne û bi destûra wan ev şerê dijwar tê kirin. Cîhan bi giştî li hember van kiryaran bêdeng e,  ji ber vê jî rojane şêniyên herêmên Bakur û Rohilatê Suriyeyê bi çekên dewleta tirk tên qetilkirin bê ku kes dengê xwe bike. Têkildarî mijarê jinên Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê axivîn.
 
'Armanc ji êrîşan destpêkê jin û zarok in'
 
Jina bi navê Cîhan Hemo da zanîn ku dewleta tirk bi şerê derûnî dixwaze gel tune bike û wiha got: "Ev şer  8 salin didome û derbasî sala xwe ya  9'emîn dibe. Dewleta tirk şerê qirkirinê li dijî gelan dide meşandin. Di sala 2014'an de bi navê çeteyên DAIŞ'ê êrîş kir û xwest di nav de gelê herêmê mecbûrê serweriya xwe bike. Di encamê de pilanên ku ji bo herêmê hatibûn çêkirin bi ser neketin.  Berxwedana hêzên YPJ/YPG'ê li hember DAIŞ'ê destanên qehremaniyê nivîsandin. Me bi hêza xwe cîhan ji teroreke xeter xelas kir. Niha jî dewleta tirk bi navekî cuda dixwaze tiştekî DAIŞ'ê nekirî berdewam dike. Armanc destpêkê jin û zarok in, ji ber her du hîmên bingehîn yên civakê ew in. Jin avaker e û zarok jî pêşeroj e. Em dikarin bêjin heya astên mezin şoreşê em li dijî hemû rengên êrîşan bi ser ketiye." 
 
'Em jiyaneke dûrî şer dixwazin'
 
Jina bi navê Fatma Mihemed Elî jî daxwaz kir ku êdî şer bên rawestandin û Kurd mafên xwe bi dest bixin û wiha pê de çû: "Roj bi roj dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî herêmên me dikin. Her wiha dewleta tirk ne tenê di aliyê çek de êrîş dike, di heman demê de şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin. Dewleta tirk di êrîşan de bi taybet jinan hedef digire û binçav dike. Şerê ku niha tê meşandin bi serkêşiya Erdogan û hevkarên wê Rûsya ye. Erdogan bi serê xwe nikare şerekî bide meşandin, lê dema ku dewletên weke Rûsya, Îran û Ewropa piştigiriyê didin wî wê demê Erdogan wek gûrê har êrîş dike. Dewleta tirk hemû sînoran binpê dike. Li hemberî van êrîşan Kurd û dostên wan her di nava çalakiyan de ne, wê tu carî xeyalên Erdogan pêk neyên. Em jiyaneke dûrî şer dixwazin."
 
'Dewleta tirk nikre vîna jina azad bişkîne'
 
Herî dawî jî jina bi navê Hewa Berewad bal kişand ser êrîşan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk û çeteyên wê bi rêya êrîşên xwe dixwazin herêmên  me wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin. Dixwazin gel  li gor siyaseta xwe bidin meşandin. Herêmên ku niha di bin destên dewleta tirk de ne mirov bala xwe bidê hemû gelê wê herêmê yên resen derxistine û li şûna wan malbatên çeteyan yên Hema, Xota û Îdlibê bi cih kirine. Ji ber êrîşan rojane zarokên me tên kuştin, malên me wêran dibin. Her wiha dewleta tirk dest bi rêxistinkirina sîxuran an jî mîtan a di nava gel de kiriye û dixwaze bi rêya sîxuran û şerê taybet tevlîheviyan çêbike. Lê wê ev yek bi ser nekeve ji ber îrade û berxwedana me ji hovîtiya dewleta tirk xurtir e. Dewleta tirk herî dawî jî li gundê Helincê sê jinên pêşeng armanc girt, lê dewleta tirk bi van êrîşan nikare vîna jina azad bişkîne."