'Mirov dikare xwe di her temenî de pêş bixe'

  • 09:02 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Emîre Xeyredîn a ku bi temenê xwe yê 71 salî ye û tevlî pêşengeha Şehîd Herekol bûye derbarê girîngiya xwendin û nivîsandinê de wiha got: "Ji bo fêmkirina jiyanê pêwîstî bi xwendineke rast heye. Naskirina çanda xwe û yê netewên din di cîhanê de cihê şanaziyê ye. Dema ku ez têm pirtûkxaneyê, wekî ku têm baxçeyekî gulên rengo reng. Bêhna pirtûkan ji min re wekî bêhna rihanê tê."
 
Jina bi navê Emîre Xeyredîn a 71 salî ye û pirtûka wê ya bi navê Neteweya Demokratîk dê di demeke nêz de bê çapkirin û di heman demê de di Rojnameya Ronahî de jî nivîsandiye anî ziman ku ji bo zanistiya mirovan pêş bikeve divê pirtûkan bixwînin, lêkolîn bikin û wiha got:"Temenê xwendin, nivîsandin û zanistê tune ye. Mirov dikare xwe di her temenî de pêş bixe."
 
'Mirov dikare xwe di her temenî de pêş bixe'
 
Emîre bi lêv kir ku pirtûk felsefe û dîrok in, pêwîstî bi xwendin û têgihiştina pirtûkan heye û wiha got:"Bi destpêkirina belavbûna Rojnemeya Ronahî re, min dest bi nivîsandina gotarên civakî kir. Piraniya gotarên min derbarê sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şer û berxwedana gel û gelek mijarên din bû. Heta 2 sal û nîvan min dinivîsand lê paşê nexweşî bi min re derketin, ez demekê dûrî nivîsandinê bûm lê dîsa min berdewam kir. Temenê xwendin, nivîsandin û zanistê tune ye. Mirov dikare xwe di her temenî de pêş bixe."
 
'Gotarê ku min nivîsandibû di pêşengehê de hatin belavkirin'
 
Emîre da xuya kirin ku wê gelek gotar nivîsandiye û di pêşegehê de hatine belavkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Min derbarê şer û projeya ku li vir hatiye rûniştandin û hin mijarên din wekî gotar nivîsandiye û di pêşengehê de hatin belavkirin. Min mijarên şênber ku di civakê de xwe dide der hilbijartine. Dema ku pêşengehê bi vî rengî çêdibin ez bi reng û berhemê xwe tevlî dibim. Ez ji mijarê siyasî hez nakim, ji ber ku zû diguhere û her bi axaftinên xemilandî tê kirin."
 
'Bêhna pirtûkan wekî bêhna rihanê ye' 
 
Emîre bal kişand ser girîngiya naskirina çanda neteweyê din û wiha dom kir: "Ji bo fêmkirina jiyanê pêwîstî bi xwendineke rast heye. Naskirina çanda xwe û yê netewên din di cîhanê de cihê şanaziyê ye. Dema ku ez têm pirtûkxaneyê, wekî ku têm baxçeyekî gulên rengo reng. Bêhna pirtûkan ji min re wekî bêhna rihanê tê."
 
'Zanist û felsefe vê carê ne li Çînê li pêşegehê şehîd Herekol tê peydakirin'
 
Emîre diyar kir ku cihê peydakirina zanist û felsefeyê li pêşengeha şehîd Herekol e û wiha pê de çû: "Hinek zanyar dibêjin ku zanistê bixwazin heta ku li Çînê be, lê ez ji wan û tevahî gel re dibêjim pêşengeha şehîd Herekol cihê zanist û felsefeya herêmî û cîhanî ye. Zanist û felsefe vê carê ne li Çînê li pêşegehê şehîd Herekol tê peydakirin." 
 
'Bila têgihaştina ciwanan a zanistî çêbibe'
 
Emîre wiha dawî li gotina xwe anî: "Di asta yekemîn de di zanista ciwanan de malbat berpirsiyar in, ji bo wê şûna ku demê xwe bi telefonan derbas dikin bila bixwînin û têghiştina wan a zanistê çêbibe. Poşmanî ne heval e û di demê pêş de nikare tu derdan derman bike."