'Divê em bibin alîkar ku astengdar di qadên civakî de pêş bikevin'

  • 09:01 28 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Mamoste Roşîn Hemî di derbarê kar û xebatên navenda Hêvî ya astengdaran de wiha got: "Bila zarokên we yên astengdar di nava hevalên xwe û zanistê de mezin bibin, ji bo bikaribin di pêşerojê de daxwaz û hêviyên xwe pêk bînin. 'Divê em bibin alîkar ku astengdar di qadên civakî de pêş bikevin."
 
Navenda Hêvî ya zarokên astengdar girêdayî Desteya Jin a Herêma Firatê ye. Ev navend nêzî 4 salin li Kobanê hatiye vekirin. Armanc ji vekirina navendê pêşxistina zarokên astengdar a di nava civaka Kobanê de ye. Da ku ew jî xwe kêm nebînin û rola xwe di nava civakê de bilîzin. Di navenda Hêvî de 35 zarokên ku temenê wan di navbera 3-14 salî de tên perwerdekirin. Di heman demê de tedewiya  xwe ya derûnî û fîzîlî jî tê de dibînin. Perwerdeya wan ji saet 08:00'an dest pê dike û 12:30'an jî bi dawî dibe. Di derbarê sîstema navenda Hêvî ya astengdaran de Mamoste Roşîn Hemî ku di navendê de kar dike ji ajansa me re axivî.
 
'Zarok bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî şahiyan dibin'
 
Roşînê destnîşan kir ku destpêkê dema ku zarok tên navendê di seat 8.00'an de destên wan em derman dikin û wiha berdewam kir: "Li gor bernameya ku rêveberiya navendê amade kiriye em tev digerin. Waneyên kurdî, erebî û bîrkariyê tên dayîn. Di hefteyê de 3 rojan tedewiya fîzîkî û 2 rojan jî ya derûnî  em didin zarokan. Di şahî û pîrozbahiyên sersalê de jî zarokên navenda Hêvî bi berhemên xwe yên hunerî tevlî dibin. Her wiha em amadekariyên xwe ji roja cîhanî ya zarokan  re dikin, da ku zarokên navenda Hêvî jî beşdar bibin. Bi armanca nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkên zarokan mehane em bi malbatên wan re civîn li dar dixin. Em û malbatên zarokan bi hev re dibin alîkar da ku zarokên astengdar di nava civakê de cihê xwe bigirin."
 
'Ji bo pêşxistina di qadên civakê de divê em ji astengdaran re bibin alîkar'
 
Roşînê bang li malbatan kir ku zarokên xwe yên astengdar di malê de veneşêrin, ji wan şerim nekin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bila malbat zarokên xwe di nava heval û zanistê de mezin bikin. Ji bo ku di pêşerojê de daxwaz û hêviyên xwe pêk bînin. Ji bo zarok rola xwe di nava civakê de bilîzin û xwe pêş bixin, baldarî ji wan re pêwist e. Astengdarî ne ya laş e, ya fikir e. Berî vekirina navenda Hêvî civak bi çavekî şerm nêzî kesên astengdar dibû. Destpêka avakirina navendê kêm malbatan zarokên xwe dişandin.  Lê bi demê re û piştî ku malbatan dîtin zarok li vir fêrî xwendin, nivîsandinê dibin û berhemên xwe pêşkêş dikin, jê hêz û moral girtin. Êdî wan bi xwe zarokên xwe şandin. Wek mamosteyên ku di navenda Hêvî ya astengdaran de dixebitin, erka me ye ku em bi zarokên astengdar û malbatên wan re bibin alîkar. "