‘Em rê nadin polîtîkayên dijminantiya jinan’

  • 16:05 27 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê ji bo jinên ESP û SKM'ê yên ku hatin binçavkirin civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
 Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş,  Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) Hatîce Denîz Aktaş, Hevseroka HDP'ê ya Artemêta Wanê Sevgi Ozden û binçavkirina jinên endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya hat dayîn de Cigira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, Endamên Meclîsa Jinên Ciwan, Aktîvîstên TJA'yê û Partiya Herêmên Demokratîk tevli daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik ve hat xwendin.
 
‘Jin ji polîtîkayên zextê natirsin’
 
Hulya anî ziman ku AKP ji jinên li qadan têdikoşin ditirse û wiha berdewam kir: “Desthilatdar her roj bi operasyonên binçavkirinê dixwazin jinan bitirsînin. Lê bila bizanibin ku ew polîtîkayên zextê têkoşîna jinan lawaz nakin. Desthîlatdaran bi polîtîkayên dijminatiya jinan re li dijî wan şer dane destpêkirin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Hulya diyar kir ku jin bûne hedef û wiha berdewam kir: “Jinan ji ber ku gotin ‘Jin bi hev re bihêz in’, her wiha di kolanan de ‘Tawanbar tu yî’ bûn hedefa desthîlatdarê. Hevalên SKM'yî jî ji ber ku polîtîkayên desthîlatdariyê teşhir kirin hatin binçavkirin kirin. Lê em wek jinan polîtîkayên desthîlatdariyê yên dijminatiya jinan qebûl nakin û di her qadê de li dijî vê têkoşîna xwe mezin dikin. Têkoşîna hevalên me yên ku di binçavan de ne nikarin darizînin. Jinên ESP-SKM’ê divê demildest serbest bên berdan.”