Ji bo jinên di bin çavan de çalakiya alîkariyê hat lidarxistin

  • 14:31 27 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AYDIN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo jinên ESP û SKM'ê yên ku hatin binçavkirin civîna çapemeniyê li dar xist.  
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Hevseroka HDP'ê ya Edremitê Sevgi Ozden, têkildarî binçavkirina jinên Meclîsên Jinên Sosyalîst, ESP û MYK'ê li ber avahiya bajêr daxuyaniya çapemeniyê dan. Dowîzên "Bijî piştevaniya jinê","Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê nûnera SKM'ê ya Dîdimê Ozlem Tunç ve hat xwendin. 
 
'Îktidarê li dijî jinê şer îlan kiriye'
 
Ozlemê wiha got:"Îktidarê li dijî jinê şer îlan kiriye. Dozger bi delîlên derew rû ji operasyonan dibîne. Jinên ku hatine girtin jinên li kuçeyan dengê xwe bilind dikin. Ew ê polîtkayên zextê serî bi me nede tewandin. Aktivîstên TJA'yê û Endamên Rosayê jî hedef hatin girtin. Lê em ê serî netewînin."
 
'Ji ber ku wan îktidar teşhîr kirin hatin binçavkirin'
 
Ozlemê wiha dewam kir:"Ji ber ku wan îktidar teşhîr kirin hatin binçavkirin. Me bi hev re li qad û kolanan mil dan milê hevdu û me li berxwe da. Di serdemeke êrîşa AKP-MHP'ê ewqas eşkere dibe em dibêjin em hemû jin dengê xwe bilind bikin. "
 
Ozlemê herî dawî bang kir ku jinên  ESP û SKM serbest bên berdan. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.