Ji bo Dêrsim Konak meşa edaletê

  • 12:27 27 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Apê Dêrsim Konak a xwendekara zanîngehê ku 3 sale girtî ye Mîthat Konak, ji bo ku girtina Dêrsimê şermezar bike bi sandala bi teker  ji navçeya Xozatê dimeşe Dêrsimê. 
 
Dersim Konak, 3 salin bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvana Rihayê girtî ye. Danişîna Dersimê wê li   Edliyeya Dersimê bê dîtin. Beriya danişina Dersim Konak bê dîtin, Apê wê, Mîthat Konak ji bo girtina biraziya xwe şermezar bike û balê bikişîne ser bêhiqûqiya heyî ji Navçeya Xozatê bi sendeliya bi teker dest bi meşê kir ku biçe Dersimê. Mithat Konak ê astengdar e, diyar kir ku biraziya wî neheq girtî ye û bi sendeliya bi teker ji Xozatê berê xwe da Dersimê, 
 
Mîthat, anî ziman ku biraziya wî ji ber ku di 8'ê Adarê de li pêş wêneyê Sakine Cansiz  wêne kişandiye hatiye girtin.Mîtha anî ziman ku biraziya wî neheq girtî ye û wiha got: "Tu delîl û belge tune ye. Her tim dozê taloq dikin. Her tim şahidê nepen hincet nîşan didin. Neheq 3 salin girtî ye. 
 
Danişîna Dêrsimê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê bê dîtin.