Ji dayika Dozgîn Temo bang: Serbest berdin

  • 09:07 27 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya ji aliyê SMO ve hat desteserkirin û bi birîndarî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin, ji sê sûcên cuda tê darizandin û rûniştina duyem jî sibehê wê bê dîtin. Beriya rûniştinê dayika wê Wehîde Osman banga ‘Keça min li dijî çeteyan xwe parast. Wê serbest berdin.” kir
 
Di êrîşên ku Tirkiye û komên girêdayê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Mişrefa ya girêdayê Eyn Îsa dabû destpêkirin, Dozgîn Temo (Çîçek Koban) di 21’ê cotmeha 2019’an de ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve hatibû girtin. Dozgîn bi birîndarî teslîmê Tirkiyeyê hatibû kirin û piştre şandibûn girtîgeha Tîpa T ya Rihayê. Der barê Dozgînê de tevî ku ne li ser axa Tirkiyeyê bû bi îdiaya ‘ji qestî kes kuştin’, ‘endamtiya rêxistina terorê’ û ‘xerakirina yekitiya welat’ îdianame hat amadekirin. Rûniştina yekem di 2’ê Hezîranê de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hatibû dîtin.
 
Beriya rûniştinê ji malbatê bang
 
Rûniştina duyemîn a Dozgînê wê sibehê bê dîtin. Malbata wê ya hat dersînorkirin û li Kobanê bi cih bû, beriya rûniştinê banga berdana keça xwe kir.
 
‘Îfadeya wê di ambulansê de hat girtin’
 
Dayika Dozgînê, Wehîde Osman, bi lêv kir ku binçavkirina keça xwe ji televîzyon û çapemeniya civakî fêr bûye û got: “Me bi derfetên xwe parêzer girt û em çûn hevdîtinê. Keça min di cihekî bin erdê de digirtin. Dema me dît lingê wê yê çepê birîndar bû. Dermankirinek cidî nekiribûn. Li ser zora me û parêzer Çîçek girtin emeliyatê. Piştre platîn xistin lingê wê. Îfadeya wê di ambulansê de hat girtin û piştre hat girtin. Piştî hat girtin malbata me her tim hat tacîzkirin. Polîs rojekê hatin û kurê min birin. Derb kirin û danîn sînorê Kobanê. Pere û alavên wî desteser kirin. Piştî hevjîn û kurê min dersînor kirin min jî zarokên xwe girt û ez derbas bûm. Em ji ser Cerablusê diçûn. Lê çeteyan fîdye xwestin. Me edayê hiştin em derbas bin.”
 
‘Keça min li dijî çeteyan xwe parast’
 
Wehîdeyê daxuyakirin ku tu sûcê keça wê tunebû, tenê xwe parastiye û wiha dawî lê anî: “Keça min li dijî çeteyan xwe parast. Keça min welatiya vir e. Tirkiyeyê ew girt. Ne rast e. Divê keça min û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di pêvajoya vîrusê de girtiyên siyasî li girtîgehan man. Her hefte bi keça xwe re 20 deqe diaxivim. Dibêje ez baş im, lê em çawa bawer bikin. Em ji ber vê rewşê bi fikar in.Em dixwazin keça me bê berdan.”