‘Em duh bêdeng neman û îro jî bêdeng namînin'

  • 09:01 27 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sena Amedê Zûhal Sezar, anî ziman ku tehamûla desthîlatdarê ji dengê muxalifan re tune ye û got: “Sekna me ya li dijî tundî û destdirêjiya zarok û jinan desthilatdariyê aciz dike û ji ber vê êrîşî me dike. Lê em duh bêdeng neman, îro jî bêdeng namînin û em ê sibê jî bêdeng nemînin.”
 
Di demên dawîn de êrîşên zayendî li ser jin û zarokan her ku diçe zêdetir dibin.  Herî dawî li navenda Şirnexê çawişê pispor Aslan A. li taxa Yenî ya navenda bajêr êrişa zayendî li dijî du zarokên 13 salî pêk anî, li Hezexê jî kesê bi navê B.B. li dijî zaroka 14 salî êrîşa zayendî pêk anîbû. Herwiha li Êlihê jî disa ji aliyê çawîşê pispar ve jina 18 salî Î.E. bi tecawizê re rûbirû hat hiştin û li nexweşxanyê xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Dîsa jina bi navê Pinar Gultekîn li Muglayê ji aliyê kesê bi navê Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.  Têvî van pêkanînan  jinên ku li dijî van van êrîşan derdikevin tên binçavkirin û girtin, saziyên jinan û rêxisitinên sîvîl tên hedefgirtin.  Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Zûhal Sezar, li ser zextên li sendîkayan û êrîşên li dijî jin û zarokan axivî.
 
‘Çima gûmanbar serbest tên berdan’
 
Zûhalê anî ziman ku di demên dawîn de zextên li ser sazîyên sivîl, binçavkirin, destavêtina bedena jinê û  îşkence her ku diçe zêdetir dibin. Zûhalê diyar kir ku sedema wan êrîşan ew e ku desthîlatdar piştevanî û hêza jinê napêjirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan hertim ligel zext û zordariyan têkoşîna xwe mezin kirine. Jin hertim bûne dengê muxalif.  Her wiha jin tu carî li hember zilm û zextan bêdeng nemane. Hertim li dijî wan li ber xwe dane. Niha jî dixwazin dengê wan jinan  qut bikin. Bi gelemperî  tehamûla wan ji dengê muxalifan re tune ye.  Ji bo ku dengê muxalîf qût bikin binçavkirinan zêde dikin û jinan qetil dikin.  Di demên dawîn de bûyerên li Êlîh û Şirnexê pêk hatin her wiha bûyera Pinar Gultekîn ku bi awayekî hovane hat qetilkirin rastiya desthîlatdarê zêdetir raxist ber çavan. Em li hemberî wan bûyeran nikarin bêdeng bimînin û çavên xwe bigirin. Divê di çarçoveya exlaqê polîtîk de em li dijî wan derkevin.  Li hember bûyera li Şirnexê pêk hatibû gel daketibû kolanan û bertek nîşan da.  Lê li şuna sûcdaran gel hat cezakirin. Her wiha li Êlîhê jî jina ciwan bi tecawizê re rûbirû ma lê gûmanbar serbest hat berdan. Armanca serbestberdana wî çi ye?  Dîsa jinên ku li dijî qetilkirina Pinar Gultekîn çalakî kirin bi êrîşan re rûbirû hatinhatin û hatin binçavkirin. Ev hemû nîşan didin ku dixwazin jin li tu derê û di tu wextê de dengê xwe dernexîne.  Tê xwestin ku jin serî bitewîne û îteat bike. Lê ji ber ku nikarin daxwaza xwe bînin cih êrîşî saziyên sivîl, sendîka û saziyên jinan dikin. Mînaka vê êrîşê ya herî berbiçav  jî  xwevekişandina îqtîdarê ya ji peymana Stenbolê ye.  Di  peymana Stenbolê de mafên jinan tê parastin. Em jî ji bo wê têdikoşin ku sekna me ya li dijî tundî û destdirêjiya li ser jin û zarokan desthîlatdarê aciz dike.
 
‘Êdî jin bi rêxistin û bawer in’
 
Zûhalê diyar kir ku êdî jin bi rêxistin û bi xwe bawer in û wiha axivî: “Di sendîkayan de meclîsa jinan û xebat û têkoşîna jinan di asteke bilind de ye. Êdî jin xwedî zanîn û bi xwe bawer in.  Êdî jin dizanîn ku xwedî maf in û ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînê didin.  Bi têkoşîn û bi rêxistina jinan hat fêmkirin ku em dikarin pêşiya wan bûyeran bigirin.  Em wek Egîtîm-Sen’ê di dibistanan de newekhêviya zayendî ya di civakê de, her wiha mafên zarokan jî fêrî wan dikin.  Ger ku em li dijî tundî û destdirêjiya tê kirin dernekevin helwestên me jî hevûdu nagirin. Her gava ku me xwest daxuyanîyekê bidin astengî derxînin. Bi rastî jî li ser saziyên sivîl zexteke mezin heye. Bi binçavkirin û girtinan xebatên sendîkayan û yên saziyên jinan dixwazin îllegallîze bikin. Dema ku em tên binçavkirin ji me pirsa ‘çima hûn lidijî qanûna êrîşa zayendî ya li dijî mafên zarokan derdikevîn’, ‘çima hûn rewşa Gulîstan Doku dipirsin û çima dev jê bernadin’ dikin. Bi wî awayî dewlet dijminatiya xwe ya li hember jin û zarokan aşkere dike.”
 
‘Em duh bêdeng neman û îro jî bêdeng namînin’
 
 Zûhalê destîşan kir ku dewlet kesên tecawizê dikindiparêze û got: “Li şûna kesên tecawiz dikin, mexdûrên tecawizê wek sûcdar tên nîşandan û sûcdar bê ceza dimînin. Helwesta dewletê ya derbarê sûcdaran de cesaretê dide kesên din ku dixwazin heman tiştî bikin. Me ji berê de jî bi têkoşîna jinan hertim dengê xwe bilind kiriye em îro jî bêdeng nemane em ê sibê jî bêdeng nemînin. Her çiqas zext û binçavkirin jî hebin em dev ji parastina mafên zarok ,jinan û mirovan bernadin û em ê biparêzin. Bi sedan hevalên me yên jin ên gîrtî hene. Lê ew têkoşîn û piştevaniya jinan qes nakin û bi hêztir dikin. Niha hevalên me ne li qadan e lê li şûna wan em hene. sibê jî ku em nebin wê demê hevalên din dê cihê me tijî bikin.”