Jinên HDP'yî: Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin

  • 16:28 26 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên HDP'yî ku li dijî paşvekişandina Peymana Stenbolê û tundiya mêr  daxuyanî dan gotin, "Em ê li dijî kesên ku dixwazin derbarê jiyana me de biryarê bidin bi hev re têbikoşin."
 
Meclisa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Sultangazî ya Stenbolê , li dijî kuştina jinan û hewldanên betalkirina Peymana Îstanbulê daxuyanî da. Jin li pêş Lîseya Şaîr Abay kom bûn û pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje, êdî zêdetir tehamula me ji destdirêjî, tecawiz û cînayetên jinan re nemaye" vekirin û bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî" berz kirin. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sultangazî, Guldem Doganan daxuyanî xwend û  anî ziman ku qetilkirina Pinar Gultekin nîşan dide ku qanûnên jinê ji tundiya mêrên kujer diparêze li ser kaxizê dimînin û got: "Êdî cînayetên jinan bûne perçeyek polîtîkayên dewletê. Polîtîkaya betalkirina peymanê ji dijminantiya jinan a îqtîdarê ne serbixwe ye. Îqtîdar bi daxwaza betalkirina vê peymanê nîşan dide ku dijminê jinê ye. Em destûr nadin ku ev peyman bê betalkirin. Ji bo ev peyman têkeve meriyetê em ê bi israr têbikoşin." 
 
Em paşve gavê navêjin
 
Guldemê, herî dawî binçavkirina jinên SKM’î şermezar kir û got: "Jinên SKM'î ji ber van polîtîkayan hatin binçavkirin. Em jin destûrê nadin ku ev polîtîkayên dijminantiya jinê dike têkeve meriyetê. Me her tim bi hevre li qadan mil da hev û em têkoşiyan. Em ê dîsa gavan paşve neavêjin. Em ê bi hevre dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin."